Perwerdeya taybet; ew kesên hewcedarê perwerdeyeke ji rêzê cuda, li gor kanîn û kêrdariyê ji bo têrkirina pêşveçûneke kesayetî û civakî, perwerdeya stendina bi personelên taybet e. Di vê perwerdeyê de barê giran dikeve ser milên malbatê jî. Di perwerdeya zarokên nekanyar de tevlêbûna malbatê gelek girîng e. Ji ber ku malbat ji mamosteyan bêtir rûbirû dimînin ligel nekanyariyên zarokan. …