Tag Archives: Faik Ocal

Îlon, 2022

  • 30 Îlon

    Danasîna Peşkên Baranê

    Peşkên Baranê di sêbara romanên ya birêz Mehmet Oncu de romana duyemîn e. Pêşkê Baranê di sala 2022an de ji weşanên Sîtavê derket. Roman 213 rûpel in. Di dawiya romanê de ferhengokek jî heye. Roman ji danzdeh beşan pêk tê. Pêşkên Baranê behsa çi dike? Em beş bi beş mijara Pêşkên Baranê binivîsînin. Beşa yekemîn banga sefere ye. Di wê …

Sermawêz, 2021

  • 10 Sermawêz

    Nivîsa li ser pirtûka “Gogerçîna Perbiçîn a Mehmet Oncu”

    Gogerçîna Perbiçîn A Mehmet Oncu   I-Berf We tu caran bihîstiyê ku berfê bi denga xwe yî ziravik û tenik, spî û spehî sitran gotiye. Lê di Gogerçîna Perbiçîn de berf sitranê xwe distrê, yên guhberfîn, denga sitranê berfê dibihîzin.   Beşa I. Di bin berfekê bêserûber de Stiya S ji hevalên xwe vediqete û riya xwe şaş dike. Stiya …

Îlon, 2021

  • 5 Îlon

    Serxweşê demên berê

    Niha li ser kavilên mala xwe yî 1993ê me. Mala Cin Îbrahîm me çar hevalan kirê kiribû, di nav wan çar hevalan de yek jî birayê min bû. Em çar heval çend meh li vê malê mabûn. Piştre di şevekê de me çend parçeyên kelûpêlên xwe avêtibûn ser milên xwe û me koça malekê din kiribû. Li wê malê jî em çend saetan mabûn, piştre destê sibê me li wira jî koç kiribû. Cahil bûn, bilmez bûn, dîn bûn, lê jîyan çi qes xweş bû.

  • 2 Îlon

    Mîxê xerîbîyê

    Bîst û pênc sal berê, ez û bi hevalekî xwe ve tim dihatin bin vê darê û me bi hev re qalê xewn û xeyalên xwe dikir. Em du hevalên samîmî û nêzîk bûn. Me her tiştê xwe bi hev re digot. Sirdaş bûn. Av di navbera ne de nediçû, lê piştre hemû dinê kete navbera me, çiya li ber …

Tebax, 2021

  • 26 Tebax

    Dilên Dîlê Dilê Xwe

    Nizanim min çend hezar mirin radestî vî bajarî kirin ez ê hîn çend hezar caran din di vî bajarî de bimirim bêkes û bêxwedî can bidim. Di rûpoşa qelîştokên min de gorên bêkêlî cendekên bêserî jîyanên bêavdest û têkçûnên bêdua. Ez ê di gora yekê din de bimirim di girava yekê din de dest bi jîyanê bikim an jî dest …

  • 20 Tebax

    Dara Bitenê

    Ez darekê bi tenê me Çûk difûrîn li jor min, hesp dibezin li jêr min Tim rûyê çûkên min ber bi asîmanan ve ye yê hespên min ber bi axê ve ye Ne dikarin çûkên xwe kaş bikim ne jî dikarim hespên xwe aş bikim Ez darekê bê kes im ne çiqlen min di çavên yên din de xuya dikin …

Gulan, 2021

  • 8 Gulan

    Paradîs A Lokman Polat

    Edebiyata kurdî û romana fantastik. Evîna wêjeyê û xeyalên derasayî. Dilekî bi hezaran parçeyên xwe ve li vira belawela. Aqilekî bi hezarên rengên xwe ve li wira ber xwe dida, têkoşina xwe dike. Birêz Lokman Polat dixwaze ji edebiyata kurdî jî nivîskarên mîna Edgar Allan Poe, Lewîs Carroll, Jules Verne, Ursula K. Le Guîn, J. R. R. Tolkîen, George R. …

Nîsan, 2021

  • 25 Nîsan

    Di Raperîna Baba Îshaq a Mehmet Oncu De Felsefeya Baba Îshaq

    Romanên tarîxî çi qas nêzîkê rastî û heqîqetê bibin, ewqas bala mirov (xwîner) dikêşînin.  Romanên tarîxî li ser sê hîman ava dibin: Rewş, karekter û peyam (mesaj). Yanî pêwîste, romannûsên romanên tarîxî romanên xwe bi rewşa tê de, bi xurtbûna karekteran ve, bi peyamekê vekirî, bi hev re girê bidin, bihonînin. Birêz Mehmet Oncu di romana xwe de (Raperîna Baba …

Adar, 2021

  • 1 Adar

    Nîşe û Şîroveyên Ji Pirtûka Yadîgarên Komara Kurdistan A Sala 1946’an -1

    (Hevpeyvîn, Analîz, Bîranîn, Wêne û Arşîv, Dîtin û Nirxandin)  Ya Kakşar Oremar *** 1-Kes nikare bi dîroka dijminên xwe, xwe nas bike, dijminên xwe têk bibe. Pêwîst e: Em dîroka xwe bixwe binivîsinin û bixwînin. Kêmasiya min: Min dîroka me-Kurdan dereng xwend, ez dereng pê hesiyam, lê belê dereng vegeriyam rastiya xwe. *** 2-Zimanê zikmakî, zimanê maderi, zimanê malê, zimanê …

Hezîran, 2019

  • 6 Hezîran

    Bêhna Dara Sincê Ya Dilawer Zeraq

    1-Hûn nikarin min li ser çokan bixînin; çimkî ez li ser lingan hatim dinyayê, dixwazim li sere lingan dinê biterîkinim. Min ji kal û pîrên xwe da wiha dît, dixwazim ji zar û zêçên xwe re –li ser lingan jîyan û mirin- bihêlim. Hûn avên di çokên min da diherîkin nabînin. Hûn çiyayên di çokên min da bilind dibin nabînin. …