Bêguman jiyan ji kesî ra nabe yar. Ew bayek bêxwedî, bêalî û bêdawiye. Em îro paşeroja xwe dizanin lê pêşerojê qet nizanin. Di navbera hebûn û hêviyan de hemû tişt mîna tayê pembo ye. Pir sihêl, pir sivik û nêzî qetandinê. Beriya pandemiyê dîsa me dikaribû hewkî tişta bavêjin navê, Lê êdî rêstina me vala ye. Jiyanê text û temaşaya …