Cuma , Nisan 16 2021

Tag Archives: Ehmedê Xanî

jı Nûbiharê Mem û Zîna Hewramî derket

Mem û Zîn, hem wek destan hem jî wek berhemeke nivîskî, şahesereke edebî ye. Di nava vê çîroka evînî da motîfên dewlemend, vegotineke resen û bingeheke kûr ya edebî xuya dike. Herçend di nava Kurdan da wek destana Memê Alan hatibe zanîn jî bi taybet piştî mesnewiya Ehmedê Xanî, ev çîroka zêdetir ketiye nava mehfîlên edebî. Jixwe Ehmedê Xanî jî …

Read More »

Ehmedê Xanî Kî ye?

Ehmedê Xanî Kî ye? – Kurdî Di sala 1601e koçî/1650-51ê zayînî de li Bayezîdê hate dinê. Navê bavê wî Îlyas, navê diya wî Gulnîgar e. Li Bayezîdê dest bi xwendinê kiriye; xwendina xwe li navendên ‘ilm û kulturê yên wê demê mîna Xelat, Wan, Riha û Bedlîsê domand; li Wanê li cem Mele Camî, seydayê Medreseya Xoşabê, îcazet girt. Di …

Read More »

Ehmedê Xanî û dewleta Kurdî

Xewn û daxwaza dewleteke kurdî kevin e. Ronakbîr û helbestvanên Kurd berî sedan sal girîngiya dewletê û pêwistiya hebûna wê ji miletê xwe re diyar kirin û di nav dîwan û berhemên xwe yên edebî de bicih kirin. Bi taybetî Helbestvan û fîlosofê Kurd yê neteweyî Ehmedê Xanî berî nêzîka 400 salî, behsa dewleta kurdî kir û bi awayekî eşkere …

Read More »

Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî – 2018

Pirtûkakurdî bi piştgiriya kovarên Vate, Wêje û Rexne, Ewro, Derwaze û Zaremayê di sala 2018an de wê bi navê “Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî”  di beşên roman, çîrok û helbestê de bi zarawayên Kurmancî û Zazakî xelatan belav bike. Reveberiya xelatê derbarê “Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî” de daxwuyaniyeke bi du zaravayên kurdî bi kurmancî û zazakî parvekir. Daxwuyaniya ku …

Read More »

‘Ji dîrokekê dîrokeke Ehmedê Xanî’ derket

Pirtûka bi navê “Ji Dîrokê Dîrokeke Ehmedê Xanî” ji hêla Laleş Çelîker ve li girtîgehê hatiye nivîsîn û ji Weşanxaneya Aramê hatiye çapkirin. Pirtûk bi kurdî hatiye nivîsandin û çapkirin. Nivîsandina wê di 3 sal û nîvan de qediya û ji ber sirgûnan li 3 girtîgehan hatiye nivîsîn û yekane pirtûka Laleş Çelîker e. Çelîker diyar dike ku hevokên Ehmedê …

Read More »

MEM Û ZÎN: Şax û şovên zargotî û şîira EhmedêXanî

Dema ku em li ser destana Mem û Zînê disekinin, berî hemî tiştî divê em cudatiyê bikin navbera şax û şovên zargotî yên vê çîrokê (yan vê qewlê) ji aliyekî -ku hejmara wan gelek e- û şîira edebî ya Ehmedê Xanî ji dûmahiya sedsala hijdehan ji aliyêkî din. Bêguman esl û jêderê wan yek e. Di herdûkan da, eynî şexsiyet …

Read More »

Dîwanek Ji Ehmedê Xanî: Sernameyê name, namê Ellah

Sernameyê name, namê Ellah   Sernameyê name, namê Ellah Bê namê wî natemam e wellah Ey metle’ê husnê ‘işqibazî Mehbûbê heqîqî û mecazî Namê te ye lewhê nameya ‘işq Ismê te ye neqşê xameya ‘işq Bê neqşê te, neqşê xame xam e Bê namê te, name natemam e Namê te ye şahibeytê meqsûd Fihristê mukatebatê mehmûd Medmûnê muraselatê la-reyb Meşhûdê …

Read More »

Nûbihara Biçûkan û Perwerdehiya Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî ev berhema xwe di sala 1094ê Hîcriyê de nivîsandiye, ev dîrok teqabûlî sala 1683yê Mîladiyê dike. Xanî gava berhema xwe temam kir emre wî sî û sê bû. Ev berhem berhema pêşîn a Ehmedê Xanî ye. Xanî piştî li Xasabê  ji Mela Camî îcazeta xwe digre ji medreseya Etaiyê berê xwe dide Bazîdê. Piştî hatina Bazîdê Xanî li …

Read More »

Jiyana Ehmedê Xanê

EHMEDÊ XANÎ (1651-1707) yek ji helbestvanên herî mezin ên kurd e. Ji meqeleya Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Alî Bedirxan: Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye: Men çi gûyem wesfi an alîcenab Nîst pêxember welê dared kitab. Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, …

Read More »