Tag Archives: edebiyat

Tîrmeh, 2023

  • 2 Tîrmeh

    Ji hêza (Helbest)

    Ji hêza demê re nikarî tiştek bêjî ne dikarî pêr’e birevî ne jî dikarî pê bigrî ne dikeve destan, ne ji dikeve himbêzan divê rastîya demê bê dîtin û li gor wê demjimêra xwe miheng bike wê çaxê ji nerindî,dexesî,ez ezî xudbînîtî û dijbertîyê bireve tu ji çi hezbikî ew jibo te bi nirx û mezine .. nirxê hez û …

Adar, 2023

  • 30 Adar

    Derfetên zimên û vegotina wêjeyî

    Ziman wêneyê hişê mirov nîşan dide. Mirov dunyayê li cem xwe çawa bisewirîne, tiştan û alav û bûyer û kesan çawa binirxîne, şopa vê şiyana wî ya dîtin û nirxandin an têgihîştina tiştan jî xwe di zimanê wî re dide der. Zimanê axavtinê û yê nivîsê, bivê nevê, ji hevdu cuda ne. Zimanên ku di nivîsê de gelekî hatine bikaranîn …

  • 23 Adar

    “Bihar xweş e di gulanê de xew xweş e di paxila yarê de”

    Fîze fîza dengê bayê kur e, kûr dike şev û rojê. Bendewariyê qelîşteka birînan mezin dikir, derî çavên lê. Lê giran bûbû dil, devê şûrê vekirî, tahma xwe lê xweş dikir. Xweş dikir ziman, ji zêmarên miriyan. Mirî carinan serê xwe radikir ji goriçeyan: -nivişta ne tişt xwediyê xwe kuşt. Kuştibû bi du gotinan. Gotin êdî nedibû derman. Bexçeyê yaran …

Rêbendan, 2023

  • 22 Rêbendan

    Kurmê Hesretê

    Ez û tu, sêveke di ortê de hatibû parçekirin; na bitûnê min ji xwe razî ye, ne jî tûmîyê te ser hev dimîne. Kurmê hesretê di navbera min û te de diçe û tê, dojeheke din dibihûne, rêyeke din vedike, alemeke din diafirîne. Em hîç nebûn. Em tim di bin şaleyên xelkê de dihatin pelçiqandin. Em tim di bin baranên …

  • 9 Rêbendan

    Memê Miksî: “Mirov bi çi zimanî binivîse nirxê wî zimanî ye, wî zimanî nemir û edebiyata wî xurttir dike.”

    Edebiyata kurdî ya nivîskî her diçe pêş dikeve û dewlemendtir dibe. Heta hin berhem hene di asta klasîkên modern ê cîhanê ne. Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Memê Miksî ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Memê Miksî – Bersiv 1: Ez di sala1988 an li gundê Arincê ku girêdayê Miksa Wanê ye ji …

Hezîran, 2022

  • 12 Hezîran

    Newaf Mîro: ”Kurd bi kurdî naxwînin, ku berhemên kurdî bixwînin, dê rewş cûda be”

    Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Newaf Mîro ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Newaf Mîro –  Ez ji vê pirsê hez nakim, lê dîsa jî ez dikarim ji bo we eyan bikim. Ez li gundê Girêsirt yê bi ser Wêranşarê ve bi texmînî di sala 1969ê de hatime dinyayê. Ez ji sala 1987an …

  • 11 Hezîran

    Mîmarê dîwarê xwe bin

    Nivîskarekî/ê bi zimanekî biyanî ku berhem nivîsîn, hingî dibe nirxê edebiyata wî zimanî û piştî wextekî jî heman kes êdî ji wê nijadê tê hesêbkirin. Îro, tu ji yekî pirsa Nizamiyê Gencewî ku ev şa’irên qerrase ên wek Mewlana Celaledînê Rumî, Fuzûlî, Sedî Şirazî, Hafizê Şirazî, Molla Camî û Emir Xusrevê Dihlewî di bin bandora xwe da hiştî bikî, ew …

Sermawêz, 2022

  • 19 Sermawêz

    Mehmet Akar: “Wêjeya Kurdî her roj xwe bi heterî dicivîrîne ku berhemên nu derkevin”

    Lokman Polat – Birêz Mehmet Akar  ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Mehmet Akar – Ez di sala 1945an li bajarê Semsûrê, gundê Qaricixê ji dayîka xwe bûme. Min ji piştî xwandina dibistana seretayî û dibistana mamostetiyî şûnde hejdeh salan mamostetî kir. Bi bîryara 12 Îlone ji kar hatim derxistim. Min debara xwe bi karên curbecûr …

Îlon, 2022

  • 7 Îlon

    Ceribandinek li ser prototîpa kurteçîrokê

    Di tesnifa ku Aristoteles (teqriben 335 berî bûyîna Hz. Îsa) ji bo metnên edebî kiribû de sê cûre metin hene: Metnên; -epîk, -lîrîk û -drama. Ji bo peyva epîk di Kurmancî de herwisa nesr û pexşan û ya lîrîk jî nezm tê gotin. Helbet ev serenavên cûreyan in û her cûreyek di nav xwe de cûreyên din dihewîne. Di nav …

Hezîran, 2022

  • 24 Hezîran

    Hîkayeyên Gelêrî

    Hikayeyên gelerî jî cureyeke sereke ya vegotinên gelerî ye. Mînakên vê cureya vegotinê di nav edebîyata gelerî ya kurdî, ya tirkî de û di yên derordorê de jî tên dîtin. Li gel vê yekê di nav edebîyata gelerî ya ewrpoan de jî tê dîtin. Aucassian et Nicolette ya fransî weke mînaka vê cureya edebîyata gelerî dikare bên nîşankirin.  Weke teşe …