Helbesta Kurdî qonax bi qonax, lawazî û sistiyê li pey xwe dihêle. Ji xwedubarekirinê xelas dibe. Qedera reş a li barê xitimîna asoyê hunerê û bêtambûna edebiyatê diguherîne. Baskên xwe ber bi asoyekî nû ve diçirpîne. Da ku bigihê bilindirîn asta marîfetên cîhanî. Nifşê duwayîn, nêrîn û perspektîfeke nû anîne ser têgihîştin û fêhma helbestê. Ewan wisa kir ku qalibên …