Wexta min dîroka Xaltî-Ûrartûyan vekoland, yek caran ez bextewar bûm, yek caran xemgîn bûm, yek caran kelecanê ez girtim û yek caran jî henase/bîhn li min çikiya. Li ser rûyê vê dinyalikê, ti şaristaniyeke din weke Ûrartûyan ev çend mutewazî, mirovhez, afirîner û xwediyên nirxên bilind nehatiye dîtin. Meriv çiqas wesfê van mirovên henûn, zîrek, kêrhatî û ehlên jiyana xweşguzarî …
Adar, 2023
-
16 Adar
Berovajîkirina dîroka Gelê Kurd ji hêla biyaniyan ve
Weke ku tê zanîn, dîroka gelê kurd dîrokeka qedîm û kevnar e. Ji demên nayên zanîn, heta dema me a îroyîn, gelê kurd li ser axa xwe a qedîm, anku li ser axa Kurdistanê jiyaye, ji ti deverî ber bi Kurdistanê ve koç nekirîye, qet dest ji welatê xwe nekişandîye, û tevî ku zordestî, dagirkirin û hewlên tinekirinê, li ber xwe …
Hezîran, 2022
-
11 Hezîran
Xanedana Şedadiyan (Xanedana kurdan)
Şedadî (carina Şeddadî tê nivîsandin) navê dewletekê ye ku di sala 951ê (340ê hicrî) de ji aliyê Şedadiyan ve li herêma Erana bakurê Azerbeycanê (Başûrê Qefqezê) hatiye damezrandin. Vê dewleta Kurdan heta sala 1164an xwe ser piyan girt. Bajarê Anî (li Qersê, Tirkiye), Tiblîsî (Gurcistan), Demirqapî, Qerebax, Naxçivan, Gence (li Azerbeycanê ye), Divîn (li Ermenistanê ye) Dewleta Şedadiyan, di sala …
-
9 Hezîran
Tevgera 1925an û Hadîseya Pîranê
Şêx Seîd, kurê Şêx Mehmûd e û tehsîlekê baş dîtîye, di medreseyên Kurdistanê de xwendîye; Paloyê li nik apê xwe yê Şêx Husên, Mûşê li nik miftî Mihemed Emîn, Melezgirdê li nik Abdulhelîm û Xinûsê jî li nik Mûsa Efendî dersên wekî enwar, muharrîr, nahiv, sarf, mantiq, meanî, îstîare, beyan, bedî’ eqaîd û wd xwendine. Bavkalê wî yê Şêx Elîyê …
-
3 Hezîran
Xwarina pijandî ya herî kevn a dîrokê hate dîtin
780,000 sal berê bi baldarî li ser germekê kêm û navîn tê pijandin Arkeologên Îsraîlî bermayiyên xwarina herî kevn a ku mirov dixuye li ser agir pijandiye dîtin. Lêkolînerên bermahiyên kerbeke(sazaneke) mezin a windabûyî analîz kirin û gihîştin wê encamê ku heywan beriya 780,000 salan di germahiya kêm û navîn de bi baldarî hatiye pijandin. Vedîtina agir di pêşkeftina mirovî de …
Cotmeh, 2022
-
28 Cotmeh
Cilangî/Tekstîl û Dîroka Wî
Destpêk Ji însanê ewilî ve heya niha mirovahî hewce dîtiye ku xwe niximîne û hin cihê xwe veşêre. Sedema vê hewcedîtinê jî ew e ku rewşên xwezaya dijwar û talûkeyên derve bûne, hin caran xwe ji germahiyê hin caran ji sermahiyê û hin caran jî ji derbeyan xwe parastiye. Di wê demê de însan vê pêdiviya xwe bi pelên daran …
Tîrmeh, 2022
-
6 Tîrmeh
Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – II
C.Awireke giştî li serdemên zimanê aryayî Wekî ku çavkaniyên tewratî, Şanhname û Kurdgalnamek radigihînin, lan û şûnwara gelên aryayînijad “Aran” e û çiyayê “Ararat”ê jî tê wateya “çavkaniya ariyan” (“Arya”+“rad” = “pir, zehf, comerd”: ferhenga Dêhxuda). Jixwe devera “Aran”ê (di çavkaniyên erebî de: “El-Lan/Er-Ran”) hertim ji doraliya vî çiyayî re hatiye gotin; peyva “lan”ê jî di kurdî de tê wateya “şûnwar”ê ku di hinek peyvên wekî “mozelan, Erdelan, kovelan, Bacelan…” xuya dibe. …
Gulan, 2022
-
8 Gulan
Ji Dara Zanistê Şaxek: Dîroka Hunerê-2
Rêbazên Dahûrîna (analîz) Berhemên Hunerî Rêya herî rast a têgihîştina hebûna diyardeya (olgû) hunerê di dahûrandina berhema hunerî de veşartiye. Li ser vê mijarê di serê sedsala 20an de baldarî dest pê kiriye û di 1915an de bi Heinrich Wolfflin, piştre jî bi Erwin Panofsky pêşketiye û berdewam kiriye. Li ser vê mijarê armanc û xebatên herdu dîroknasên hunerê di …
Nîsan, 2022
-
27 Nîsan
Nêrînekê kurt li ser formulekirina ‘Dîroka Hunerê’
“Dîroka hunerê, rêzkariyekê zanistê ye ku hunermend û berhemên hunerî di nav dabeşandina (sinifandin) dever, heyam û şêwazê de, li gor hin metodan analîz û lêkolîn dike.” Ev pênas di nav xwe de pêşveçûna dîrokî ya rêzkariyê nîşan dide û wek şemayekê radixe ber çavan. Têgihên mîna ‘hunermend’, ‘berhema hunerî’, ‘heyam’ û ‘dever’ jî sînorê nêrîna yekem ya li ser …
-
9 Nîsan
Dîroka Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyonê
Bijîşkî, ji ber ku nexweşî bi hêsantir bên tîmarkirin, di nava xwe de beş bi beş cuda bûye. Beşek ji wan beşan Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon e. Bijîşkî, zanisteke gelek kevn e. Mirov dikare bibêje ku dîroka mirovatiyê û ya bijîşkiyê bi hev re dest pê kiriye. Mirovên berê, wextê ku nexweş ketine ji xwe re hergav li çare, derman û …