Yek ji amûrên girîng yên dewra modern çapemenî ye. Rojname û kovarên çapkirî ku bi awayekî bilez digihijîne ber destê sedan, hezaran û belkî hê zêdetir kesan, di belavkirina fikr û ramanan de, di avakirina rayeke giştî û zimanekî hevpar de roleke sereke dilîze.