Tag Archives: ders

Tîrmeh, 2016

  • 10 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (10)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -10- Berêkdana Çend Tîpan: Berêkdana “e” û “ê”yê: Ker-Kêr, Rez-Rêz, Der-Dêr, Ter(şil)-Têr, Şer-Şêr, Zer-Zêr, Hez-Hêz, Helîn(heliyan)-Hêlîn, Meş-Mêş, Kelîn-Kêlîn(cotkirin)… Berêkdana “i” û “î”yê: Birin-Birîn, Kirin-Kirîn, Pir-Pîr, Jin-Jîn, Dil-Dîl(êxsîr), Sir(raz)-Sîr, Firin-Firîn… Berêkdana “k” û “q”yê: Kelandin-Qelandin, Kal(pîr)-Qal(behs), Ker-Qer(qerz,deyn), Kel(1.gayê tovî, 2.ji kelînê, 3.hêrsdarî)-Qel(qijik), Kul(birîn)-Qul(kun, simtî), Karîn(şiyan)-Qarîn(gaziya bideng), Kurt(kin,qut)- Qurt (1.vexwarina yekcarî ya avê an jî ya tiştekî dî. 2.Cure …

  • 9 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (9)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -9- Alfabe: 29)Xx Di alfabeya kurdî ya tîpên erebî de ciyê tîpa “x”yê “خ” heye. Lê belê, ev tîp jî bi du awayan (şeklan) têt bilêvkirin (telafûzkirin). Bi her du awayan jî tîpa “x” di hefka mirov de derdikeve. Yek req, yek jî nerm e. Bo nimûne; gava ku mirov bibêje “axa”, tîpa “x” nerm e, gava …

  • 8 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (8)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -8- Alfabe: 25)Uu: Tîpa “u” dengdêreke kurt e. Di bilêvkirinê de gilover (xirûxir) û bilind e. Di tîpên erebî de tîpa “و”yê dikeve paşiya tîpên dî û ciyê tîpa “u”yê digire (wekî; چو:çu, كورد:kurd, گوڵ:gul). Celadet Bedirxan dibêje, ev tîp di navbera “w” û “i”yê de ye. Wekî “u”ya tirkî nahê xwendin. Gava ku mirov di kurdî …

  • 7 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (7)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -7- Alfabe: 22)Ss: Ciyê vê tîpê di tîpên erebî de “س” digire. Ev tîp jî li gor pêyvan hin caran stûr û hin caran jî zirav tê zarkirin. Wek tîpa tirkî “s”yê ye. Mînak: ser, sar, sîr, serwer, spî, hêstir, sêdar, simbore, pirsyar, rêvas, kursî, tirs, kûsel (kûsî). 23)Şş: Di tîpên erebî de “ش” şûna vê tîpê …

  • 5 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (5)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)  Alfabe: 16)Mm: Di tîpên erebî de ciyê “م”yê digire. Wek “m”ya tirkî têt (tê) xwendin. Mînak: mêrg, mazî, mêş, mendîl, mişk, merd, mixabin, maker, dem, fermî (resmî), germ, mizgînî. 17)Nn: Di tîpên erebî de batî vê tîpê “ن” heye. Di tirkî de jî beramberî vê tîpê dîsa “n” ye. Mînak: nêrgiz, nerm, nan, nêzîk, netewe (milet), nazdar, …

  • 4 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (4)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)-4: Alfabe: 13) Jj: Wekî tîpa “i”yê, tîpa “j” jî gava ku mezin bê nivîsîn bê xal (J), gava ku biçûk bê nivîsîn bi xal e (j). Wek “j”ya tirkî tê xwendin û di tîpên erebî de ciyê “ژ”yê digire. Mînak: jajî, jûjî, mêjî, jiyan, jar, gijnok (gijlok), jehr, jin, bejn, jêr, jor, bijare, wêje (edebiyat). 14) Kk: …

  • 3 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (3)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)-3: Alfabe: 8) Ff: Wekî “f”ya tirkî ye. Di tîpên erebî de batî (şûna) vê tîpê ڤ heye. Mînak: fistiq, Afrîn, fêrbûn, fasulî, balafir (teyare), fîşek, difin, heft, sifre, fîstan, fîl, kef. 9) Gg: Di tîpên erebî de ciyê گyê digire. Wekî “g”ya tirkî tê xwendin. Mînak: gundore (gundor), garan, gêsik (gêzik), conega, seg (se), kengir, gasos, gelawêj, …