Fermana heftê sisêyan, Rev û revbez mera anî; Kuncê hêmin me bû hesret! Doşeka me bû axa sar, Lihêf esman, balgî zinar; Xewên şevan me bûn hesret! Bi şûrê ol û enfalê, Serê gul, rihanan birîn; Defn û kefen me bû hesret! Bi navê ol û enfalê, Keç û bûkên me revandin; Hewar, gazî me bû hesret! …