Tag Archives: Çîrok

Cotmeh, 2016

  • 31 Cotmeh

    Pûrtikên Teyrê Tawûs

    Merivekî dît ku teyrê tawûs pûrtikên xwe  yên xweşik û rengareng diweşîne, xwe negirt û jê pirsî: Ey çîvika xweşik, ew pûrtikên xweşik ne heyfin ku tu diavêjî? Lewra her kes lava dike ji bo bibe xwediyê wan Gotina te di cî de ye. Mêrik gava ku got: Hemin gotina min rast e, divê sedemek ji vî tiştê ku dikî …

  • 29 Cotmeh

    Çend roj Remezan mane?!..

    Bahlûl alimek mezin ji yên Kurd ê  Hewreman e. Ji ber ku wî dixwest di bin sîbera Şîatîyê de ola Zerdûştîyê ji nû ve vejîne, Harûn Reşît ê xelîfê Ereban yê Ebasî ew tişt bihîst û fermana girtina wî da ku wî bikujin. Ji ber hindê, Bahlûl xwe li dînîtî danî û carnan wek dînan û carnan jî wek aliman …

  • 27 Cotmeh

    Teknîka herikîna hiş di vegotina postmodern de

    Tevî ku navnîşana mijarê nîşan dide ku teknîka herikîna hiş (stream of conciseness) diyardeyeke taybet bi çîroka postmodern e, lê bi rastî ev teknîka wêjeyî di çîroka modern de jî pir tê bikaranîn. Di çîrokeke klasîk de hûn bi çarçoveyeke wiha re rûbirû dimînin: Hîwa bi otomobîlê li bavê Şêrînê dide. Bavê Şêrînê dikeve nexweşxaneyê. Şêrîn û Hîwa dil dikevin …

  • 23 Cotmeh

    ”Koroxlî û Koroxlan” û “Koroxlî û Kizîroxlî”

    Ji nimûneyên zargotina me – 61 Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema ji rêzenivîsa me a şêstûyekê yên bi sernavên ”Koroxlî û Koroxlan” û “Koroxlî û Kizîroxlî” me ji pirtûka “Varyantên kurdî yên destana “Koroxlî” hildane, ku sala 1953an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya …

  • 21 Cotmeh

    Qewmê Salih (‘e.s)

    Dibên Salih (‘E.S) dike û nake, qewme wî pe bawerî ye nayne, je re diben mafir ko tu dibe ez Pexember im, ka mucîzeyan nişane me bide ku em bi te ü Xweda ye te bawerî ye bînin. Lewra Salih (‘E.S) rojeke ji Xwede Teâla duâ dike: , “Dibe Xweda ye min Tu ji min çetir dizane ku qewme min …

  • 20 Cotmeh

    Quretiya Dinyayê

    Di rêgeha tavê de di nav heşt gerestêrk û sê gerestêkê qambihost (cûce) û bi hejmareke bêdawî dûvstêrk (stêrkên biqemçik) tevdigeriyan. Di nav van hemûyan de gerestêrkek pir qure û pozbilind û ji nava xwe têr hem li dora xwe û hem jî li dora tavê digeriya. Paxav bi ti gerestêrkek û cisme ezmanî nedianî û ne jî ti qedr …

  • 15 Cotmeh

    Qaziyê biçûk (Çîrok)

    Bişev Şehrezadê, ji Şah re dest bi çîrokê kir: “Dibêjin di dema Harûnê Reşît de, li Bexdayê mirovek hebû. Navê wî, Xalê Elî bûye. Jin û zarokên wî tunebûne. Dikaneke wî e biçûcik a şekirê zarokan û pêlîstokan hebûye. Wî gelekî ji zarokan hez dikir. Ne dewlemend û ne jî pir xizan bû. Lê bextiyar bû. Bi qasî têra wî bike …

Îlon, 2016

  • 6 Îlon

    Kî Çi Bike Xwedê Dibîne

      Carek ji cara, rehmet li de û bave hazir û guhdara: Hebû tunebû Melakî hebû. Diben rojeke mele dibe min ewqas dersa feqiyan da, ka ez îro feqiyen xwe biceribînim, gelo tiştekî ji min fer bûne an jî na: “Mele gazî feqiyan dike û 3 heb mirîşkan dide deste wan, ji wan re dibe herin van mirîşkan sej bikin, …

  • 5 Îlon

    Newêrek û Dêw-Çîrok

    Dibên carekî cebarekî, çil kûsî li serê darekî, kûsî jorda li erdê ket qirqijî, rehmet li dê û bavê cemaetê, ê min jî. Hebû tune bû, ji welatê serhedê camêrek bi navê Elenewêrek hebû, her wiha jina wî ya bi navê Gogerçîn jî hebû. Camêr merivekî gelekî tirsonek bû, wusa tirsonek bû ku ji tirsa qet ji malê dernediket derve, …

Tebax, 2016

  • 10 Tebax

    Biratiya Rovî û Leglegê – Ebdurehîme Mûşî

    Carek ji cara rehmet li de û bave guhdara: Hebû tunebû Roviyekî fenek hebû. Rojekî Rovî ji Legleg’e ra dibe, ez pirr ji te hezdikim, ez di xwazim ku ez û tu em bibin destbiraken hev! Legleg dibe bilabe gelekî baş dibe, ji xwe bi tene jiyan nabe û jiyan jî naye kirin, di be ku heval û hogiren mirova …