Romana Roald Dahl a Charlie and the Chocolate Factory li kurdî hat wergerandin. Pirtûka ku heta niha li 60 zimanî zêdetir hatiye wergerandin êdî bi kurdî(Kurmancî) ye jî. Wergera ji îngilîzî ji aliyê Aydin Rengîn ve weke “Charlie û Febrîqeya Çiqolatan” hatiye kirin. Aydin Rengîn ji bilî vê pirtûkê heta niha ji îngilîzî bo kurdî(Kurmancî) pirtûkên mîna Komediya Mirovahiyê ya …
Nîsan, 2023
Adar, 2023
-
27 Adar
Şîlan (Çîrok)
– Xezala min.Kevoka min.Tu ji bona çi digrî? – Îh… Îh… Îh… – Berxa min. Ez bi qurban! Çima? – Îh..! Pisîk… Îh… Dayê… Pisîkê… Ihîîî..! – Karika min, ez dora te bigerim. De tu ji dayîka xwe re bêje, ka pisîkê çi kiriye? Bes e êdî tu ji girî ziwa bûyî! Şîlanê bi mizmê fîstanê xwe çilma pozê xwe …
-
15 Adar
Aqilê xwe ji dûvê rep girtîye! (Çîrok)
Dema mirovekî xetereyeke derbas kiribe û ders jê wergirtibe û ji ber wê çendê bi tedbîr tevbigere tê gotin. Kenoka “Aqilê xwe ji dûvê rep girtiye.” Tê gotin ku rojekê şêr, gur û rovî hersê bi hev re çûne nêçîrê. Di vê nêçîrê de ji xwe re xezalek, kêrvûşkek û kerek girtin. Paşê şêr berê xwe da gur û got: …
-
6 Adar
Çîroka “Du Bira”
Hebû tunebû. Li welatekî du bira hebûn. Birayek feqîr yê din zengîn bû. Birayê zengîn ji malên xwe ve zengîn e lê ji hêla mirovahiyê ve pirr feqîr bû, yê din berevajî wî; mirovhez bû lê nikarîbû ku nan bixwarana. Zar û zêçên wî, nanekî ku bi xulamtî dianî îdare dikirin. Rojekê, xwestiye ku here cem birayê xwe jê alîkarî …
Rêbendan, 2023
-
31 Rêbendan
Zendên Bêzêr
Hin dîmen hene ku mirov nikare ji bin bandora wan derkeve, bandora wan dîmenan heta hetayî di binhişê mirovan de dimîne ku mirov ne dikare xwe ji wan azad bike ne jî dikare wan ji hişê xwe biqewitîne. Rojeke payîzî ez û birayê xwe ji nav rêz hatibûn mal hêj em negihiştibûn mal me girseyek li ber derê me dî. …
-
22 Rêbendan
Bavo hê zivistan maye
Wexta berê, mirovekî pir dewlemend hebîye. Wext axlêve bîye, radibe diçe qişlê/zozana mêzeke ji bo pezê xwe bibe qişlê. Bala xwe didê lê dinêhêre, bilbilek ser hêlîna xwe sekinîye diwîtîne “Wîte wîta” wî ye. Camêr dibê “êdi bahar e, ya herî baş ez herim pezê xwe bibime qişlê.” Ev camêra radibe berê xwe dide gundê xwe, bermalîya xwe re dibêje: …
-
12 Rêbendan
Çîrokek Ji Folklorê Kurdî; Ez diçînim û tu diçîne ma wê kî bixwe?!
Ji sala 1980î û vir de, her ku ronakbîrekî kurd dihat Qamişlo min xwe digihandê û li gor xwe alîkariya wî dikir.. Di encam de min sûde ji şîret û serboriya wan werdigirt.. Di Havîna 1982an de dema ku Prof. Celîlê Celîl ji bo danheva zargotina Kurdî hat Sûriyê, bajarê Qamişlo, min xwe pê ve gîhand û wek xelkên din …
-
4 Rêbendan
Pereyê du û bêhna kebabê
Xizanek di kêleka dikana kebabfiroş de derbas dibu. Kebabfiroş goşt li şîşan dixist û li ser rûyê agir dipijand. Bêhna goştê sorkirî li hewa belav dibu. Ji bona ku mêrê xizan û bêçare birçî bu û perê wî jî tunebu ku kebabê bixwe, perçeyek nanê hişk ji kîsê xwe derxist û ber bi ruyê duyê kebabê ve girt û xiste …
Hezîran, 2022
-
25 Hezîran
Hacêya Dîn
Hacer, bi kurte navê xwe Hacê, zaroka malbatekî feqîr, belengaz û bê îdare bû. Wek zar û zêçen gund di nav bê derfetîyê de, bê doxtor, bê ebe, bê nexweşxane her wiha di şert û mercên dijwar de dayîka wê ew di mal de anîbû dinyayê. Pîrika hemû zarokên gund dayîka Sîsê bû û navika Hacê jî Dayîka Sîsê birrîbû. …
Sermawêz, 2022
-
26 Sermawêz
Pisîk Goşt Naxwe Lê Mişk Pola Dixwin
Zelamek ket ber mirinê, bang li kurê xwe kir û jê re got: -Kurê min, vaye dem hat. Ez dimirim. Yek wesiyeta min heye, baş guhê xwe bide min. Min tu tişt ji te navê. Ne isqat, ne qurban ne sedeqe. Yek tiştî ez ê bêjim te, lê tu soz bidî min dema roja wê bê tu binî cih. Kur …