Carek ji caran rehmet li dê, bavê hazir û guhdaran… Rojekî du heb mirov hebûne, navê yekî Silko bûye, navê din jî Silêman. Silko û Silêman destebirayê hev bûne, her du jî feqîr bûne û tiştekî wan tune bûye. Silko dibêjê Silêman: “Bira wiha nabe, bêkar bêxabat nabe, em ji xwe re karekî bibînin, bixebitin.” Silêman ji dibêje: “Tu rast …
Hezîran, 2016
-
28 Hezîran
Şivanê Zîrek-Ömer KAYNAK
Caran ji caran rehme li dê û bavê guhdaran. Yek hebû yek tunebû li dewerekî şivanekî hebû û Kerîkî pezî wî şivan bi bilora xwe pezan beralî dikir û digot: “Ez şivanê herî baş ez im.” Rojek ji rojan gundîyan gotine “em ê di navbera şivanan de em ê pêşbazîkî amadebikin ji bû ku şivanê herî baş hilbijêrînîn.” Roja pêjbazîyê …
-
27 Hezîran
Qîza Axayî – Yasemîn AŞUROĞLU
Carek ji caran rehme li dê û bavê guhdaran. Hebû tunebû, axayek û qîzek wî hebûye. Qîza axa Alîperde bûye qet derneketiye derve. Qîzeke xwenda bûye û xoceyek wê hebûye. Rojek axa ji xoce ra dibêje: “Ez û jina xwe û em ê herin hecê qîza min teslimê te ye, tu yê her roj, rojê carek dîsa bê mal dersa …
-
25 Hezîran
Satileyn-Raşit Gümüş
Rojekî ji rojan Rehmet dê û bavê hazir û guhdaran Mîrekî pir dewlemend û xwediyê du zarokan hebûye. Yek ji wan Şîr Helal yek ji wan Şîr Heram bû. Gava emrê mîr gelekî dibore rojekî dibêje ezê bang bikim her du zarokên xwe mal û milkê xwe bidim nasîn ku ez mirim bila bizanin ka li ser dinê çiqas malê …
-
24 Hezîran
Teyr -Özlem Çağlayan
Rojekê sê heval di rê de diçûn û di nava newalekê de derbas dibin. Nava newalê de ronahiyekê dibînin. Diçin lê dinêhêrin ku ew ronahî di nava perekê teyrê ve xûya dike. Wî perî radikin dibin cem padîşah. Padîşah got: “Heke ku ew per hebe, perê din jî heye.” Padîşah ji xizmetkarên xwe re gotiye “Herin wê newalê, wê teyrê …
-
24 Hezîran
Bira Kose – İslim Doğan
“Ev çîrokek devokî ye çawa hatiye guhdarkirin wîha hatiye nivîsîn.” Çi hebûye çi tune bûye. Mêrîkek hebûye sê lovikê xwe hebûye. Ji lovikên xwe re gotiye: “Kurê min, rona dimrim sê kesên merî kosera azatî mekin. Werhasil wext pir dere hindik dere bevê van dimire.Vona divin em ê çir bikinî ? Dive emî herin derekî azatî bikinî. Birayê terî …
-
24 Hezîran
Xesû û Bûk – Xalip Demîr
XESÛ Û BÛK Hey lo gelî gundî û cîrana min got şer e şerê bûk û xesûya botbota wan kes çi axiftinêt wan nizanît wekî axiftina Mêrdînî û Sêrtiyan Bûk dike gazî dê rabe xesûya minê şerme te hetk û heyaya me bir di nav der û cîran û gundiyan Sibê heta êvarî botbota te ye ser serê min wek …
-
23 Hezîran
Çîroka Gel – Ayşe IRMAK
Dibê carek hebûye cara rahmet li dê li bavê hazir guhdaran… Dibê carekê hebûye paşek û wezîrekî wî hebûye, paşa paşatîya xwe , wezîr jî wezîrtîya xwe dike. Wezîr rojekê xirabîyekê dike, lê xirabî çîye kes nizane. Ev tişt tê bihîstinê û paşa pêdihese,, gazî wezîrê xwe dike û dibêje -ez ê te dardakim ji bo vê xirabîya te… wezîr …
-
23 Hezîran
Çîrokan Simosyan – Osman Temiz
– Hebû tûne bû li demekî berî li bajarê Bedlîsê navçeya Xîzanêda gundê simosyan hebû.Wê gundê da navê wan Tahir û Nacîya jin û mêre hev hebûne.Tahir rojekî dişte bajar mangaxekî(orak) distîne û tête gund. Gazî jina xwe dike: Nacîya, Nacîya ! – Ezê biçim zevîyê gîya bidrûm. Tû jî firavîna min amade bike û were zeviyê.Nacîya bêje başe tû …
-
22 Hezîran
Ji Min Derket – Salih Bozan
Ez ji xew rabûm, min dît ez tenê me. Kes li dor min tineye. Min pencera salonê vekir. Li pêş çavên min beyabaneke weke laşekî mezin mexelîbû. Çavên min nedigîştin dawiyê. Ti nîşanên jiyanê xuyanedibûn. Weke ku jiyan li derva mirî bû. Ez ketim gumanan. Eceb bi rastî ez ji xew hişyar bûme, lê ev jî xewn e. Deriyê xênî …