Dimdim1609 û 1610 yek ji destan ên herî girîngê Kurd an yê şer û berxwedanê ye. Gelek varyasyonên vê destanê hene û ew varyanson ji aliyê dengbêjan têne gotin. Dimdim keleheke li herêma Biradostê li ber Çîyayê Dimdimê li hundirê sînorê Rojhilatê Kurdistan de ye. Dimdim li terefê Emîr Xanê Yekdest ankû Emîrxan Lepzêrîn rêveberê bajarê Biradostê ve hatîye damezirandin. Ev yek dibe sedema şer nava mîrê Kurdan û Şah Ebbas. Emîr Xan Lepzêrîn di keleha Dimdim de serê xwe beramber bi Şah …
Adar, 2017
-
9 Adar
Çol Paşa-Cankurd
Dibêjin ku li welatekî dûrî vira, malmezinek hebû, çavên biyanian li mal û zeviyên wî bûn, dixwastin wî û navê wî ji holê rakin û hemû heînên wî bikin ên xwe. Di nava wî û çavxuran “hesûd” de dijminî pêda bû û rewşa wî di nav dijminan de gelek dijwar bû. Sê kurên malmezinê me hebûn. Yek ji wan terzî …
Sibat, 2017
-
28 Sibat
Slav li ser te be ey Xweda!
Slav li ser te be ey Xweda! Rojekê Behlûl çû cem xelîfe û bala xwe dayê ku xelîfe li ser textekî bilind rûniştiye û maiyeta wî jî tev li dora wî, li piya sekinîne. Behlûl çawa gihişte cem, got: “Slav li ser te be ey Xweda!” Harûn got: “Ez ne Xwedê me!” Behlûl got: “Slav li ser te be ey …
-
25 Sibat
Sînor
Dema “diwazdehê îlonê” bû. Rewsa Kurdan xirabtir bûbû. Li Bakurê Kurdistanê agir dibariya. Cih li Kurdan teng bûbû. Li gund û bajaran bi hezaran Kurd dihatin girtin, bi wan îşkenceyên giran dihatin kirin û ew diavêtin zîndanan. Bi hezaran Kurd, ji ber vê zilmê mecbûr man ku terka welatê xwe bikin. Malbata Şîlanê û Arjen jî ji van malbatan yek …
-
22 Sibat
Kêr û Çetel
Mala me li gundekî Qersê bû. Rojekê dersdara gundê me nameyek da min û ez şandim Qersê. Mêrê dersdarê li Qersê karmend bû û du kurên wê jî li wir, li ba wî dixwendin. Min ji destê dersdarê nameyek, tûrek û pereyên heqê xwe girtin. Heqê çûyina min, ez şa dikirim. Min bi eşq tûr avêt ser milê xwe, kaxez …
-
21 Sibat
Xortek Kurd Bi Navê Merdan û Hevalek Wî Yê Li Kahîrê (Çîrok)
Merdan xortek ber bi çav xweneda û zîrek bûye. Ji Rohilat sirgunê wê derê bûye, rojek diçe kahwê rûdinê. Xortek bi paye ( rutbe) ji der de tê hundur. Bala wî kesî Merdan dikişîne, lewre rûniştin û sekana wî balê dikişıne. Camêr tê li bal Merdan rûdinê û jê dipirse « Xortê hêja tu kî yî û ji kuderê hatiyî ?». Merdan hinek …
-
14 Sibat
Berxê Kêrê- Cankurd
Berî niha bi demekê, di paşiya xwaringeheke Kurdan de, ez û Necoyê Kêlê li hev rûniştin û me bi hev re firavîna xwe xwar..Neco gellekî xemgîn bûbû, mirûzê wî tal û tirş bûbû..bêdeng li min temaşa dikir; ez çawa berçavkên xwe paqij dikim, lê tiştek nedigot. Min dizanî, ku rewşa wî hêja nîne, daxwaza penahberiya wî û malbata wî ya, …
-
14 Sibat
Şîreta Zahid
Germahiya havînê zêdetir bibû. Tava li ser baxçe û zeviyan bi hemû şewqa xwe dibiriqî. Di vê demê de zilamekî ku xwe wek îsnanekî zahîd û sofî dida nasandin Muhammed ibnî Munkedir nêzî bajarê Medînê bû. Çavê wî leqayî kesekî bû ku di nav zeviyan de di bin wê tavê de bi çend hevalên xwe re dişixûlî . Ji rewşa …
-
11 Sibat
Delala Li Daristanê Razayî
Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran. Dibêjin li welatekî, qral û qralîçeyek hebû. Her roj ji hev re digotin: –Ax, ax! Xwezî zarokeke me hebûya. Wan tenê zarokek dixwest û hew. Rojekê, qralîçe çû ber çem ji bo xwe biso, beqek ji nav avê xwe çeng kir derket derve û ji qralîçeyê re got: …
-
9 Sibat
Berfespî
Dibêjin carekê nîvê zivistanê bû, kuliyên berfê ji asîmanê lepelep dihatin xwarê. Qralîçeyek li ber paceya ji dara ebenozê rûnistibû û tistekî didirût. Wê hem didirût, hem jî carina li kuliyên berfê dinihêrt. Ji niska ve derzî di tiliya wê re çû û sê dilop xwîn niqutîn ser berfê. Rengê sor li ser berfa spî wisa xwes xuya dikir ku …