Tag Archives: Çîrok

Tebax, 2017

  • 11 Tebax

    Rêdar û dara gûzê (*)

    Rojekê Rêdar saqoyê xwe çekir ser milên xwe, telikê xwe da ser seriyê xwe, fîlorek sor kir pê, şewlerê xwe yê reş jor ve hilda, tizbî xistin berîkê û ji mala xwe derket, bi mebesta ku biçe gundê Maseka. Berî nîvro bû û dinya germ bû. Rêdar jî bi rojî bû. Di navbera gundê wî û Maseka de xêleka pênc …

  • 5 Tebax

    Qefleya Diçe Heccê

    Qefla misilmanên diçin Mekkê, dema digihîjin Medînê li wê derê demekê bêhna xwe vedidin û piştî çend rojan ji Mêdînê ber Mekkê ve bi rê dikevin. Di rêwitiya xwe ya Mekkeyê de leqayî kesekî ku wan nasdike tên. Ev zilam dema rêwiyên kerwanê re dikeve sohbetê bala wî yek ku di nav kerwanê de ye dikşîne. Ev kesê xwedî rûyek …

  • 3 Tebax

    Wêneyên reş ên qesra spî

    Mîrê mîrîtîyeka welatekê bênav, ji nişkê ji xewa xwe ya şirîn hişyar bû. Agirê dîwana wî vemirîbû zûrnayokeka ronahiyê jî di qesra wî de nemabû. Reşşê şevê bû. Pêlên sermahiyê cinîq dibir laşê wî. Mîrî bi sê dengan bang kir wezîrê xwe yê mile rastê, lê kesek lê derneket… Wî bi sê dengan bakir wezîrê çepê, bang kir xulam û …

  • 1 Tebax

    Pîre û Pisînge (Sanike)

    Tîya bî û çînê bî, hebêke pîre û hebêke pisînge bî. Pîre manga xo doşena şitê xo ana kena binê mekebe. Ena rey pisînge musa, yena şitê pîre wena. Pîre rocêke yena-şina, hanêna pisînge şitê cay werdo, binê mekebe da, mekebe kena berze, pisînge remena “fiş, fiş, fiş“ vana yena verê cîne hendî, se beno qefelnena, dimê cay serê darî …

Tîrmeh, 2017

  • 15 Tîrmeh

    Civana Keran (Çîrok)

    “Rojekê ez li ber dîwarekî rûniştibûm, pîremêrekî Kurd hat li ba min rûnişt û ev çîrok ji min re got..” Kerekî gewr û pîr li ba keşeyekî filan hebû. Rojekê kerê wî di paşiya axurê de seriyê xwe rakir û zirriya, zirrîneke ku çi caran berê wilo nezirriye, zirrîneke bi sohtin, ku dilê xwediyê kerî pê çelqiya, xwîna wî di …

  • 12 Tîrmeh

    Nanxwerînê Cilqetîn

    ÇÎROKA NANXWERÎNÊ CİLQETÎN – 1 (Nanxwerînê Cilqetîn, her rojên wî meselek e, di nav gelê me yên Şaxê de.)   Nanxwerînê Cilqetîn, lawê belengaz û bêdayîk û sêwî. di jiyaneke dijwarî û zehmetî û tengavî, di nav rewşeke pir êşî û feqîrî û xizanî lê belê rûyekî pir kenî û xwînşîrîn û xwîngermî, cirxweşik û dilpenahî. Ji bil xwarinê, çavên …

  • 1 Tîrmeh

    Mesela Pêguherîna Kerê

    Li welatekî jinebiyek û kurê xwe tev de dijîn. Rojekê, jinebî û kurê wê di rêkê de diçin, wê herin nava rezên xwe yên derveyî gund. Bêhnekê diçin şûn re, pîremêrekî li kerekî bozî Şamî swar bûye, tê digîhêje wana û bi wana re dimeşe. Behneke şûn re pîremêr û kurê pîrê dikevin nava sohbetê. Hinekî ji vir de, hinekî …

  • 1 Tîrmeh

    Xwelîxan

    Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû, dibêjin rojekê li welatekî dûr, zilamek cara duyemîn zewicî. Lê jina wî ya nû wisa qure û pozbilind bû ku ji vî aliyî ve, li dinyayê yeke wek wê tunebû. Du keçên vê jinikê jî hebûn. Ev herdu jî ji her aliyî ve, bi taybetî jî …

Hezîran, 2017

  • 29 Hezîran

    Azad û Fasûliya Bisihir

    Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû, dibêjin carekê li gundekî, bi navê Azad kurikek hebû. Azad tevî diya xwe li cotgeheke biçûk dijiya. Li cotgehê herdu jî gelek dixebitîn, karê pir giran dikirin, lê dîsa jî debara wan çênedibû. Rojekê, dayîka pîr biryar da ku çêleka xwe bifirose, çimkî çêlek êdî sîr …

  • 23 Hezîran

    Besten (Pêkenok)

    Lawikî ji diya xwe re got: -Dayê ka du lîreyan bide min. -Ê gava dî min da te kurê min. Dîsa tu dixwazî bestenî (dondurma) yê bikirrî, ne wusa? -Na dayê na, li wê dera hanê zilamekî extiyar heye, ez ê bidim wî. -Canê dayika xwe, min gote qey tu yê dîsa besteniyê bikirrî. Diya wî du lîreyan dide lawê …