Tag Archives: Çîrok

Hezîran, 2020

  • 28 Hezîran

    PİLPİLÎNG Û ŞEWAT

    Çar heb hevalên pilpilîng bi hev re digeriyan geh li ser gova gulê vediniştin difiriyan geh li ser kulîlka vediniştin;  difiriyan û direqisiyan. Rojekî dîsa di seyranê de ar dibînin lê nizanin ku ar çi ye. Dixwazin ku ar nasbikin. Pilpilînga yekem hindikî nêzê ar bûye, dîtiye ku ser, der û dorê wê ronî dike û vegeriya cem hevalan, got: …

  • 11 Hezîran

    Hevaltiya Pel û Bayê

    Di demekê de Ba û Pel bibûn hevalê hev. Rojekî Ba ji pelê re, dibêje: – Bibêje heval, ji min bixwaze bibêjî ku, ez te bibim wê cihê. Pel fikirî û ponijî, tew tiştek nehat bîra wê. Ba dîsa jê pirsî, got: – Hadê fedî neke, ez karim te bibim. – Nizanim birayê delal, qet tiştek nayê bîra min. Tu …

  • 6 Hezîran

    ŞERÊ KERÊ BIGUHAR Û KERÊ BIZENGIL

    Carekê du kerên reş bûne heval. Di stuyê yekî de zengil hebûye û di guhê yekî de jî guhar hebûye. Herdu ker bi hev re çûne li mêrgekê çiriyane. Bala xwe danê wa ye makerek jî hate ba wan û çêriya. Kerê bizengil gotiye: – Telên vê makerê xweş in, cara pêşî ji min re. Kerê biguhar jî gotiye: – …

Sermawêz, 2020

  • 26 Sermawêz

    Bi xêr hat kanûn e

    Ev helbest di civata zarokan de tê gotin, di şevê zivistana yên dirêj, dema bav zarokan kom dike û ji wan re dixwîne. Ev helbest bê awaz û mûzîk e tenê bi helbestkî tê xwendin. Ew jî pareke ji çanda Kurdî resen e di herêma Botan de tê xwendin.   Bi xêr hat kanûn e   Bi xêr hat û …

  • 23 Sermawêz

    SÊ PELÊN MARAN

    Hebû tûnebû mêrekî pir feqîr hebû. Tenê kurekî wî hebû û ew ewqas feqîr bû ku nedikaribû kurê xwe xweyî bike. Kurê wî rojekî ji bavê xwe re dibêje: Ez li we bûme bar. Ez dixwazim bixwe li çareya serê xwe binihêrim û nanê xwe bixwe derbînim. Bavê wî pir xemgîn dibe lê naxwaze pêşiya wî jî bigire. Ew ji …

  • 18 Sermawêz

    Pirsên Kalêmêr û Mela Yasîn (Hîkaye)

    Mela Yasîn hê nû bibû mela. Ji bo melatiya gundê Qeremûsana Çêrmûgê hatibû tayîn kirin. Mela Yasîn berî ku dest bi wezîfeya xwe bike çû gundê Qeremûsanê da ku bibîne ka hela gundekî çawa ye xaniyê mela heye tuneye wê li ku bimîne û hwd. Li nîzikê mizgeftê ji dolmişê peya bû û berê xwe da mizgeftê hê negihiştibû mizgeftê …

  • 10 Sermawêz

    DIRIKA MARAN

    Çi hebû çi tunebû, keçikek û birayê xwe hebûn. Dê û bavê wan hê ew zarokên sêzdeh-çardeh salî ne ji vê dinê koç dikin. Keçik û birayê xwe di wê temenê xwe yê biçûk de bi tena serê xwe dimînin. Êdî ew ne tenê xwişk û bira, di heman demê de dibin wek dê û bavê hev jî. Lewra hezkirina …

Cotmeh, 2020

  • 26 Cotmeh

    Yadê zilam li ku ne?

    Berî teknolojî têkeve nav jiyana me. Em Kurd ji hevdu û ji deverên hevdû bê xeber bûn. Li gundekî nêzikî gundê me bûyerek çêbûya em ji bûyerê bê hay bûn û xeberê me ji hevdu çênedibû. Li gundekî cîran yek bimira piştî çend hefteyan gundê din bi mirina wî dihesîyan. Helbet ev yek tesîr li ziman jî dikir. Televîzyon tune …

Tîrmeh, 2020

  • 4 Tîrmeh

    Xesû û Bûk

    Dinya bi dor e! Dibêjin carekê bûkek û xesûya xwe hebûne. Xesûya wê nexweş ketiye. Mehdê wê çûye goşt. Ji kurê xwe re gotiye; “Kurê min ka here Xana Hawêl* ji me re kîloyek bî du kilo bî goşt bîne, çiqas mehdê min diçe piçikek goşt.” Ew jî diçe, tîne û tê. Jina xwe re dibêje; “Ka bipêje, bide diya …

Hezîran, 2020

  • 29 Hezîran

    TEZEKE HÊJA: BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎN

      (Teza Lîsansa Bilind) BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE   PÊŞGOTIN Destana Memê Alan yek ji destanên navdar ên folklora kurdî ye. Li gelek herêmên kurdan belav bûye û heta roja me hatiye. Li ser vê destanê gelek lêkolîn hatine kirin û ev destan ji hêla gelek …