Pazar , Nisan 11 2021

Tag Archives: Çîrok

Ji Bo Zarokan Seta “Çîrokên Gulê” Derket!

Rêzepirtûkên ku ji bo perwerdeya zarokan ji aliyê Keremo ve hatine nivîsandin (amadekirin), bi navê “Çîrokên Gulê” derketin. Set bi tevahî ji 20 pirtûk, kartpostalek ku wêneyê 28 Navdarên kurd li serê ye û qutiya xwe ya taybet pêk tê. Pirtûk bi du zaravayên Kurdî, bi Kurmancî û Zazakî, ango Kirdmanckî hatine amade kirin. Ji kaxizên qûşe, bi kaliteya bilind …

Read More »

Teyrê Sîmir

Teyrê Sîmir, wêneyek ji dergehê medreseya Nadir Dîwan Beg, Buxara (Ûzbêkistan) Teyrê Sîmir, teyrekî efsanewî yê çîrokan e. Bi kurdî Sîmir dibêjin û cih û warê Sîmir çiyayê Zagrosan e. Sîmir ji du gotinan pêk hatiye: sî û mir. Peyv Li gor van herdu peyvên hevdudanî ku navê sîmir ji wan pêk hatiye, çar wate û texmînên cuda hene. Sîmir …

Read More »

Çîroka Şahmaran

Şahmaran (kurdî: Şahmaran, Şamaran, Şaḧmaran), gotinek e ku ji “Şaha Maran” tê. Şahmaran efsaneyeke gelekî kevn e û li gelek malên kurdan jin li ser paçekî wêneyê Şahmaran çêdikin û li dîwêr didaleqînin. Ev wêneyên ku li dîwarê malên kurdan hene, Şahmaran wekî mareke xwediyê gelek lingan nîşan dide û bi taybetî di navbera dûpişk û mar de wekî ajalekî …

Read More »

LI CEM WE ÇÎROK ÇAWA DEST PÊ DIKIN?

Çîrokên Kurdî hin caran bi wezin û awaz, hin caran wekî axavtin tên gotin. Li her herêmekê Kurdistanê çîrokbêjên navdar hebûn, mixabin êdî nînin. Çîrok, di şevên dirêj ên zivistanê de hezkiriya dilê zarokan bû. Zarok ji têkoşîna Mîrza yan Şivanê deryayê fêrî jiyana rastegîn dibûn ku têjî xetere û xirabiye. Dilê zarokan bi dilê Keçbehrîyan, bi dilê Keçelokê Pîrê …

Read More »

Çîrokek ji devê bavê min Melle Muhammed: ARRAF (PISPOR)

Melayên welatê me her yek di berîkên wan (cêvên wan) de bi sedan çîrok û serpêhîtîyên ku divê mirov tomar bike(qeyd bike) û jê sûd werbigre hene. Bavê min Mela Muhammed jî Xwedê me bide xatirê duayên wî, yek ji van alimên Kurdistanê ye ku di Medreseyan de perwerde dîtiye û ji wê ava teberik wexwarîye. Gelek caran bavê min …

Read More »

KÊZ XATÛN

Hebû tunebû, kêzikek hebû, jê re digotin Kêz Xatûn. Rojekê kêz xatûnê biryara xwe da, got: Tenêbûn dijwar e, ne xweş e, ez ê herim ji xwe re mêrekî bibînim şû bikim. rabû bi rê ket, çû çû, rastî şivanekî hat ku li ber pezê xwe bû. şivanî got: – kêzê, tu bi ku ve diçî? kêzê got: – min …

Read More »

Nivîsandina Tinazî

“Nanê bê xwê dixwe, tirê şor dike” “Jin ji mêrê xwe dipirse, berî tu min bizewicînî, çima te ji min re negot ku tu hejarî, tiştekî te tune  û bê pere yî? Mêr jê re got, ez westiyam hingî min ji te re digot: tiştekî min ji te pêve li dunyayê tune. Tu dikeniya, û wek dînan kêfa te dihat”. Şêweyê …

Read More »

Gundê Koran

Li welatekî mirovek hebûye, ji gundê xwe, ji êl û eşîre xwe, ji lêzim û hogirên xwe aciz bûye, ji wan xeyîdiye, ji cih û warê xwe derketiye û terkedinya bûye. Bi rê ketiye û bi şev û bi roj meşiyeye, li deşt û zozanan geriyaye, di nişûvan de berjêr û di evrazan de berjor bûye, newalên kûr û kûrt …

Read More »

SERPÊHATIYA RÊWITIYEKÊ (Çîrok)

“ Xwezî bi kurdî şor bikira” Ez li gara otobûsan ya Stenbolê, ji bo çûyina Welêt, li otobûsê siwar bûm. Li koltuxa rex a min, ciwanekî bîst û du-sê salî rûniştibû. Ji porê wî, yê ku bi makîneyê hatibû kurkirin xuya bû ku leşker e. Min silav lê kir û ez li cihê xwe rûniştim. Wî ciwanî jî bi ser …

Read More »

Mesela Habîl û Qabîl

Adem û Hewwa li bihuştê jiyanek kamran didomandin. Nizanîbûn tirs çi ye; westabûn çi ye. Xweda ji ber ku Hz.Adem û Hewwa îmtîhan bike her tişt helal kir  tenê darek mêwe ji wan re qedexe kir ku nêzê vê darê nebin. Şeytên wan xapand nêzê darê bûn. Ji ber wê Xweda lwan daxist rûerdê. Zemînê bi darên bilind û giya …

Read More »