Tag Archives: çapemenî

Rêbendan, 2016

  • 31 Rêbendan

    KOVARA DENG – 40 salan de 100 hejmar

    Bi helkefta 100emîn hejmara Kovara Deng li Amedê li ser çapemeniya kurdî panelek hate lidarxistin. Hin panelîstan bal kişand heta medya û çapemeniya kurd profesyonel nebe û li gorî pîvanên cîhana hemdem nebe, kurd dê nikaribin dengê kurdan bigihînin cîhanê. Bi munasebeta çapbûna 100emîn hejmara Kovara Deng ku weşaneke Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ye li Amedê panelek bi navê “Ji …

  • 16 Rêbendan

    Li Tirkiyeyê Çapemeniya Kurd-IV

    GAZÎ Di sala 1919an de li Amedê dest bi weşanê kir. Rasterast dema ku hatiye girtin nayê zanîn. Di vê rojnameyê de nivîsên parêzer Şehîd Hecî Mihemed Efendî, Şehîd Cemîl Paşazade Cewdet, Pertew Begê Lîcî, Mîrîkatîbîzade Cemîl Beg, Henîzade Reşat, hatine weşandin.[1] MARÎFET Û ÎTTÎHAD-I EKRAD ( PERWERDEHÎ Û YEKITIYA KURDAN) Sala 1909an ji aliyê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ve ji …

Hezîran, 2015

  • 26 Hezîran

    Di Çapemeniya Kurdî Ya Dewra Osmanî De Wergera Wêjeyî – Mesûd Serfiraz

    Mirovayetî mehkûmê çeşîdiya zimanî ye. Vê mehkûmiyetê navgîneke elzem afirandiye: Werger. Mirovên xwedî ziman û zaravayên cuda bi saya vê navgînê gihiştine hevdu, hevûdin nas kirine, bi hev re têkilî danîne. Naxwe em dikarin bibêjin ku dîroka wergerê pir dûr û dirêj e, heta ya nivîskî digihe peymaneke di navbera Hitît û Misriyan de. Lê ji vê zanista berfireh a …

  • 22 Hezîran

    Di Çapemeniya Kurdî Ya Dewra Osmanî De Helbesta Kurdî – Mesûd Serfiraz

    Yek ji amûrên girîng yên dewra modern çapemenî ye. Rojname û kovarên çapkirî ku bi awayekî bilez digihijîne ber destê sedan, hezaran û belkî hê zêdetir kesan, di belavkirina fikr û ramanan de, di avakirina rayeke giştî û zimanekî hevpar de roleke sereke dilîze.