Tag Archives: bilbil

Rêbendan, 2023

  • 22 Rêbendan

    Bavo hê zivistan maye

    Wexta berê, mirovekî pir dewlemend hebîye. Wext axlêve bîye, radibe diçe qişlê/zozana mêzeke ji bo pezê xwe bibe qişlê. Bala xwe didê lê dinêhêre, bilbilek ser hêlîna xwe sekinîye diwîtîne “Wîte wîta” wî ye. Camêr dibê “êdi bahar e, ya herî baş ez herim pezê xwe bibime qişlê.” Ev camêra radibe berê xwe dide gundê xwe, bermalîya xwe re dibêje: …

Tebax, 2020

  • 26 Tebax

    Hezar Pitrûk (Çîrok)

    Li gor gotinan wextekî ji wextên Xwedê de mêrikek hebûye. Ew[1] jî weka te agirê kelepaçeyê (Ser û pê) girtiye nava wî, nava wî ji kelepaçeyê re şewitiye.  Çûye bajêr, gotiye, ez ê herim kelepaçeyek ji xwe re bînim û werim. Kelepaçeyê aniye û hatiye malê, jina wê jî biriye kelepaçê kizrandiye, şûştiye û çêkiriye,  daniye ser agir, sexmika[2] jî …

Cotmeh, 2017

  • 2 Cotmeh

    Bilbil û Împaratorê Çînê (Beşa Yekem)

    Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran… Hûn dizanin ku li Çînê, împarator Çînî ye, hemû kesên di bin xizmeta wî de jî Çînî ne. Berî gelek û gelek salan, seraya împarator, seraya herî delal a dinyayê bû, her derê wê bi porsêlenên pir tenik hatibû çêkirin, ji ber wê diviyabû mirov li hundir pir …

Gulan, 2016

  • 29 Gulan

    Gul û Bilbil

    Bilbil wek her rojê dîsa di nav gulîstanê de digerîya, ev çend meh bu ku bi hesreta sebra dilê xwe bubu dar û derzî, bi kelekela dilê xwe axîn û waxînek kişand. Bi hesreta çavê reş û belek û fîrqeta meh û salan kezeb li xwe peritandibu. Bi xemgînî û bêhêvî dîsa di nav gulîstanê de meşek beydude kir. Li …