Herçendî demsal havîn bû, lê wê rojê wekî rojek ji payîzê be, bayek hênik dihat. Pîra Muradê ya dîrokî wekî hemû rojên betlaneyê dîsa gelek qelebalix bû… Bûk û zava ji boy wêne bikşînin ser pirê ketibûn rêzê. Bavên ku dixwastin zarokên xwe fêrî avjenîyê bikin, ber keraxa çem kom bibûn. Hinek masigirên ecemî torên xwe berdabûn çem li bende …