Pazar , Ocak 24 2021

Tag Archives: Bedlîs

Sembola Bedlîsê: Kevirê Qul

Kevirê Qul ê Bedlîsê yê navdar, weke ku tê zanîn ji demên kevnar heta sala 1971-an, wek sembola Bedlîsê dihat zanîn. Mixabin di sala 1971-an de hate xerakirin. Ferîbotêke mezin bûye sedema xerakirina wî. Di sala 1971-an da, anîna ferîbotekî mezin li ser Behra Wan-ê tê fikirkirin. Kevirê Qul jî, li ser reya ber bi Tetwan-ê ve diçe ye. Berpirsyarên …

Read More »

Dîroka Bedlîsê / Müzeyyen Tanin – Zozan Yetişir

Bedlîs bajarek ji erdnîgara Kurdistanê ye. Li rojavayê Gola Wanê cih Digre û di sînorê Agiriyê de ye. Navê Bedlîsê; di Kurdî de tê wateya Lehengî û bêtirsî. Bi rastî navê Bedlîsê ewil ‘Bêtirs’ bûye. Lê di Pêvajoyê de guheriye û bûye Bedlîs. Di dever de herî pirr Titûn şîn dibe. Ji bilî viya Bedlîs bi bexçê meyweyan û ji …

Read More »

Şerekî giran destpê kiribû…

Heta danê êvarê topên şahîderbzan mewziyên Bedlîsê bênavber kutan û kirin eleg û bêjing. Hirîna hespên serhişk, qirçîna tivingan, şingîna şûr û mertalan, vizîna tîr û riman û qarîna mêran tevlîhev dibû. Tep û toza simên hespên hêris û bazdayî ber bi asîmanê zelal de bilind dibû. Heydade û hengameyek wisa hebû ku dê ewladê xwe diavêt. Ku şûrên ji …

Read More »

Di Serdema Mîrîtiya Şerefxaniyan De Bedlîs

Di Şerefnameyê de, di serdema Şerefxaniyan de Bedlîs mezin bûye û pêş ketiye. Di bajar de ji kevirên hatiyî tiraşkirî 21 kemer, 8 hemam hebûn. Bedlîs di wê demê de bajarekî mezin bû ku 18 taxên wê yên mezin hebûn.

Read More »