Tag Archives: Azad Selem

Nîsan, 2018

  • 4 Nîsan

    Kurdî Ne Ku Ne Têr E, Em Kêmmayî Ne!

    Rojek me li hewşa xanîya xwe ligel merivên me bi zimanê Erebî gotûbêjek xweş lidarxistibûn. Hingê min ji wan re qala xebatên xwe yên bi Kurdî dikir. Ji nîşka ve xalê min gotina min birî û wiha got; ‘’Ma bi Kurdî meriv dikare qala wêje bike! Niha ev cîranên me dikarin bi Kurdî fêrî dersên erdnîgarîyê, dîrokê, matematîkê bibin!’’ Min …

Adar, 2018

  • 27 Adar

    Zimanê Kurdî Ne Zimanê Kurdan Tenê Ye

    Zimanê kurdî, zimanê hemû mirovan e; lê bi taybetî zimanê dayika kurdan e. Ji ber vê yekê berdewamiya zimanê kurdî berpirsiyariya hemû mirovan e. Eger li vê cîhana çandê, zimanek winda bibe, di zincîra şaristaniya mirovahiyê de xelekek winda dibe. Xeleka windayî jî, ji bo pêkanîna hêviyên aştiyê ya şaristaniya mirovahiyê dê şikestinekê ava bike. Lewre rengîniya her zimanekî, pêdiviya …

  • 24 Adar

    Fêrbûna Kurdî Ne Karê Her Kesî Ye!

    Bêguman, fêrbûna her zimanekî di nava xwe de zehmetiyek dihewîne ku gelek caran kesên bixwazin fêrî zimanekî bibin, dibe ku dev ji wî karî jî berdin. Lê di rastiyê de, di vê serdema teknojiyê de fêrbûna zimanekî, ji dema berê hêsantir bûye. Wekî xebatên çalak, li cihanê fêrbûna zimanan di asta bilind de ye. Edî zimanekî tenê têre nake. Jixwe …

  • 22 Adar

    Bê lêzêdekirina zimanê Kurdî, zimanekî fermî yê hevbeş, tenê hewla bişaftinê ye!

    Divê em ji bîr nekin ku hemû zimanên fermî yên dewletan, her wiha  zimanê dayikê yê xelkekî ye, yê ku ew xelk jî, yek ji gelên wê dewletê ye. Mixabin, devlet gava vî zimanê xwe yê fermî hildibijêre, bingeha sîyaseta xwe jî li ser vê nijada bijartî ava dike. Amûra herî bi bandor a vê sîyasetê jî zimanê wî xelkî …

  • 17 Adar

    Gelo Felsefe Bi Kurdî Pêkan e?

    Berî em bersîva pirsa xwe ya sereke bidin, divê di derbarê beşa felsefeyê de hinek xwediyê agahiyan bin, da ku pirsa me ya sereke xweş bê fêmkirin. Lewre bi qasî bersîvandinê ji bo fêmkirina pirsê jî pêdiviya me bi agahiyan heye. Di serî de em dikarin bibêjin ku felsefe lêgerîna wateya jiyanê ye. Wekî xwediyê giyan, hewcedariya mirov bi jiyaneke …

  • 14 Adar

    Xwendevanên Kurdî Çima Ew Çend Ji Peyvên Tirkî Aciz İn?!

    Di serî de divê ez bibêjim, ji bilî ereban kesên bikaribin zimanê erebî bi hosteyî bikarbînin, kurd in. Ji polîtîkayên pişaftinê wêdetir, têkiliyên kurd û ereban gelek kevin in. Heta dikarim bibêjim ku kurd, ji gelên din kevintir bi zimanê erebî re mijûl bûne. Tê gotin jî ku kurd, piştî ereban xelkê duyemîn e ku ola îslamê pejirandiye. Em dikarim …