Tag Archives: Avesta

Cotmeh, 2023

  • 26 Cotmeh

    Reîs Remezan

    Ne tenê di edebiyata Kurdî de. Di edebiyata cîhanê de jî kêm berhem hene ku bi kêmtirîn rûpel van zef tiştan bêjin. Ferhad Pirbalê ku bi rastî rewşa edebiyata Kurdî ye, bi şêwaza xwe, bi sekna xwe ronakbirekî feylozof e. Bi çendek rûpelan cihanek xurt cim cimandiye. Bi honandinek cihêreng. Him rexneyê li pergala desthilatdar dike, him jî rexneyê gelê …

Tebax, 2023

  • 12 Tebax

    Pirtûka ‘Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê’

    “Wext û zeman ketibû navê, rêvebirê nifûsê veguherîbû û yekî kurd hatibû ketibû şûna tirkê çûyî, dizî û pizî kêmtir bûbû li navçeyê (wilo digotin), polîs û guhbel bi dikandarên kurd re pêwendiyên xwe xweştir kiribûn, ketibûn li dû fîş û fatûreyan, her tişt bi deyn dikirrîn, navên wan li lênûskên deynê hatibû nivîsîn; Nûrî: Îstîxbarat, Kemal: Cîgir, Nazmî: Teror… şekir, …

Tîrmeh, 2023

  • 18 Tîrmeh

    Rêya Teze (1930) – Rohat Alakom

    Rêya Teze di dîroka rojnamegeriya kurdî de rojnameya kurdî ya yekem tê hesibandin ku bi tîpên latînî dest bi weşanê kiriye. Cara yekem rojnameke bi kurdî ji nîv sedsalî zêdetir ji aliyê dewletekê de bi awayekî profesyonel hatiye derxistin, nêzîkî 5 hezar hejmarên wê hatine weşandin. Rojnama Rêya Teze (1930) û Radyoya Rewanê (1955) di sedsala 20an de wek du …

Hezîran, 2023

  • 22 Hezîran

    Diwana Dildar: ”Ey Reqîb” ji 80 rûpelan pêk tê û 1000 heb hatine çapkirin”

    Dîwana şaîrê sirûda neteweyî ya Kurdistanê Yûnis Raûf (Dildar) a bi navê “Ey Reqîb” bi amadekariya Şiyar Şerîf Berazî ji Weşanên Avestayê bi alfabeya Kurdî ya bi tîpên Latînî derket. Diwana Dildar “Ey Reqîb” ji 80 rûpelan pêk tê û 1000 heb hatine çapkirin. Ew pirtûk hemû helbestên Dildar li xwe digire. Amadekarê Dîwana Dildar “Ey Reqîb” Şiyar Şerîf Berazî …

Hezîran, 2021

  • 13 Hezîran

    Qertalê Kurdistanê YADO

    Yado (Yadîn Paşa / Yadîn Mahmûd Ebas) lehengekî (Qahramanekî) kurd e. Ew beşdarê serîhildana Şêx Seîdê nemir bûbû. Qumandarê enîya -cepha- Xarpêtê bû. Di bin fermandariya wî û Şêx Şerîf  de, hêzên çekdar ên serhildanê avêtin ser bajarê Xarpêtê û bajar ji destê dagirkerên tirk rizgar kirin. Nav û dengê Yado, mêrxasiya wî li Kurdistanê belav bûbû. Mêrxasî û qahramaniya …

Hezîran, 2020

  • 29 Hezîran

    Derî û Dil

    Di ‘Derî’ de kirde şa’r bi xwe ye. Lê di bin risteyan de kirdeyek veşartî heye, bi min kirdeya veşartî jî bav e. Şa’r behsa xwe ya heft salî dike, meşek dide destpêkirin bo vegerina zaroktiya xwe, di çavên zarokbûna xwe de nêrînek bi gazîn tîne ser ziman, bi kirdeya veşartî re hesabek, hesretek, hêviyek li ber çavên me radixe. …

Rêbendan, 2020

  • 20 Rêbendan

    Ji Avestayê Pirtûkek Nû: Kurdên Merwanî

    Lêkolîna Ahmet Seyari a bi navê “Kurdên Merwanî / Di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu’l-Ezreq el-Fariqî de” derket. Kitêba Îbnu’l-Ezreq ya bi navê Tarîxu Meyyafariqîn çavkaniya yekem e ku bi berfirehî der heqê kurdên Merwanî de agahiyên girîng dide. Beşeke serbixwe ya pirtûkê der heqê kurdên Merwanî de hatiye nivîsîn. Tarîxu Meyyafariqîn ji aliyê Îbnu’l-Ezreq ve di sedsala XIIan de hatiye …

Gulan, 2018

  • 22 Gulan

    Li Tirkiyê 9 pirtûkên Weşanên Avesta hatin qedexekirin

    Li Tirkiyê 9 pirtûkên Weşanên Avesta bi biryara dadgehê hatin qedexekirin. Li navçeya Hezex a Şirnexê di encama serdegirtina malan de dest bi ser gelek pirtûkan de hat girtin û ew pirtûk hatin qedexekirin. Rêveberê Giştî yê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn li ser hesabê xwe yê medya civakî agahiya qedexekirina wan pirtûkan belav kir û ragihand ku ew pirtûk bi …

Sibat, 2018

  • 21 Sibat

    Hevpeyvîna Dr. Beyan Kerîmî ligel romanivîsê Kurd Jan Dost

    Dr. Beyan Kerîmî: Bi baweriya te roman ji pirtûkên dîrokî bêtir rolê dilîzin, yanî ji wan bêtir dikarin nakokî û tevliheviyên dîrokê bidin naskirin? Beşê duyem ji pirsê ka çi sebeb û ho hene ku kurd her û her çewtiyên xwe dubare dikin û eynî bûyeran têne serê wan? Jan Dost: Belê rast e. mêjû li ba min mijarek serek …

Hezîran, 2016

  • 12 Hezîran

    Keskin: Pirtûkên Xanî, Cîzîrî û Celadet şewitandin

    Depoya Weşanên Avestayê ya li navçeya Sûrê duh êvarî saet 22.00’an rastî êrişê hat û depo ji aliyê hin kesên nasnameya wan ne diyar ve bi molotofan hat şewitandin û gelek pirtûkan zirar dît. Edîtorê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin li ser vê yekê ji BasNûçe’yê re axivî û got ku em nizanin kak ê kiriye. Keskin eşkere kir ku gef …