Tag Archives: Abdullah İncekan

Rêbendan, 2021

  • 17 Rêbendan

    Abdullah Încekan: Ziman bingeha miletekî ye

    Welatên serdest Kurdistanê dabeş kirin ku Kurd neçar man derkevin derveyî welat, lê li diyasporayê Kurd zêdetir nêzikî hevdû bûne. Ji cihên bav û kalên xwe yên ku sînor di nav wan de dabeş bûne, li wê derê nayêne dîtin. Lê li sînorên welaten ziman û kulturên cuda yên welatên Ewropayê yan jî welatên din yên ku Kurd neçar bûne mişext …

Tebax, 2020

  • 27 Tebax

    Wîjdan

    Li eyaleta ku nivîskar lê dimîne dîsa fuarek heye, fuara kîtaban. Digel ku nivîskar îro xwe rihet hîs nake û nexweş e jî, wîjdana wî, wî rehet nahêle. Lewra karker û mesûlên weşanxaneyê cî veqetandine, lê kes nehatiye. Bi vî awayî kîtab û fuar li ser wîjdana nivîskar mane. Seet 14,00an de ew radibe, li erebeya xwe sîwar dibe û …

  • 25 Tebax

    Hannah Arendt, xwendin û em

    Çima gelê Kurd di ewqas hêlan de ji gelên din şûndatir maye? Kêmbûna hizra neteweyî? Nebûna rûmetê – rûmeteke gelemperî û neteweyî? Rola zanînê? Elbet ev tev sebeb in, lê dîsa jî dilê min rûnanê. Çima hejmara Kurdên çardeh salî yên Ehmedê Xanî dixwînin ji yên ku Goethe, Hegel, Nietzsche dixwînin, kêmtir e? Erê, deng tê min, dengê te. Bêdewletbûn.. …

  • 23 Tebax

    Medya Kurdî: Dagirkerên ji malê!

    Rêxistin û partîyên Kurdan rê li ber medyayeke azad û bi vê va girêdayî jî li ber dînamîzma fikrê girtine ku herdu jî bingeha civateke sîvîl û pêşdeçûyî ne! Di nivîsa xwe ya di bin sernavê „Lâl olma halî ve Kürtler“ da ez li ser du xalên ku herî zêde milletê me eleqeder dike, sekinîm û ji ber ku mijar …

  • 22 Tebax

    Rewşenbîrîya Kurdî û oto-Oryentalîzm

    Lê gava nivîskarekî Kurd rabe, di sedsala 21an da di jinikeke nixumandî da tenê ‘gagoleke rêxê’ bibîne, meriv dê vê ‘xebata ronakbîrî’ çawa îzah bike? Gelo ‘gagoleke rêxê’ çîroka ‘Çarşef’ bixwîne, dê di rihê wê da çi bêje? Ma heqê kê heye, ku metaforeke bi vî rengî di serê xwendevanên xwe da bi cî bike? Ma wîjdana nivîskarekî çawa munasib …

  • 21 Tebax

    Sînor, Edebiyat û Mueyed Teyib

    Gava mirov ji kitêbekê, ji şiîrekê, ji fîlmekî, ji stranekê zewq girt, wê demê ew dibin sedem ku meriv ji wî zimanî jî zewqê bigre. Berhemên Teyib ji vê hêlê ve jî têr û tije ne, kûrahîya her metnekê bi mecaz, alegorî, îroniyan bi serê xwe heye. Zimanê şiîra Teyib, ne zimanekî çêkiriye. Zimanê wî zimanekî otantîk û resen ê …

  • 20 Tebax

    Romana Prensê Kurd, Dr. Kamûran Bedirxan

    Bi her kesê ku bi dîrok, edebîyat, rojnamevanî û zimanê Kurdî ra eleqedar e, malbata Bedirxanîyan navekî ’eyan e. Li ser wan ji xwe gelek xebat hatine kirin û xebatên wan bi xwe jî bi awayekî rêk û pêk hatine belav kirin. Weku tê zanîn, Kamûran û Celadet Bedirxan li Almanyayê xwendine û hin xebatên xwe bi zimanê Almanî jî …

  • 19 Tebax

    Rewşenbîrî çi ye – rewşenbîr kî ye?

    Însan bi agir dikeve sewîya însan. Agir nebe, însan di sewîya heywanan da ye. Lewra bi agir meriv tiştên xav dikelîne û dixwe. Mirov gava agir bi dest dixe, ji koçberîyê, ji nêçîrê diqete û li ciyekî êdî bi cî dibe. Li wir koka xwe datîne. Êdî weke darekê rehên xwe di erdê ra berdide. ‘Rewşenbîrî çi ye?’ Fîlozofê navdar …

Sibat, 2017

  • 28 Sibat

    Kovara Nûbiharê Bi Jimara Xwe Ya138an Derket

    Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 138an derkete pêşberî xwendevanên xwe. Nûbihar kete 25 saliya xwe Nûbihara ku di Adara 1992yan de weşanxane, piştî heft mehan jî wekî kovareke xwerû ava bûye kete 25 saliya xwe. Nûbiharê 25 sal berê li alîkî weşanxane, li alîkî jî bi kovara xwe bi gelek weşanên din re dest bi weşanê kiriye. Heta niha …

Hezîran, 2016

  • 25 Hezîran

    Rainer Maria Rilke, Ji Şairekî Ciwan Re Name

    Nameyên ku helbestvanê navdar Rilke, ji şairê ciwan Franz Xaver Kappus re şandin, êdî bi kurmancî ne. Berhema qedirgiran “Rainer Maria Rilke, Ji Şairekî Ciwan Re Name” bi wergera Abdullah Încekan, ji weşanên Nûbiharê derket. Her kesê ku riya wî bi edebiyata modern ya cîhanê ketiye, bi awayekî navê şairê modern yê elman, Rainer Maria Rilke (1875-1926) bihîstiye. Bi vê …