Şûrê Xwedê, Xalid bîn Welid

Hizretî Pêxember (s.x.l) dibêje ku “Her yekî sehebeyên min wek stêrkên li ser esman in. Hûn li kîjanî teqîp bikin dê bigihîjin rizgariyê.”

Ji van stêrkan yek jî Xalid bîn Welid e ku bi navê Seyfullah (Şûrê Xwedê) tê nasîn. Xalit bîn Welid di nav 60 şeran de cih girtiye, lê bi îzna Xwedê ji yekî jî têk neçûye. Piştî Misilmanbûyîna xwe bi destê wî Bîzans û Sasanî li hember Misilmanan têk çûne û di nav sê salan de Sûriye û Îran girêdayê dewleta Îslamê kiriye. Li dewerên wan dewletan jî gelek kes, berê xwe dane rêya rast û bûne Misilman. Anatolyayê jî bi destê wî hatiye fetih kirin.

Lê nivîs û miqadera Xwedê, Xalid li qada cihadê na, di nav nivînan de şehîd bûye û çûye rehma Xwedê. Tê gotin ku li ser termê wî yê pîroz cihekî bê birîn wek perekî zîv jî tinebû, Xalid jî ji ber vê gotiye ku ‘Ez ber xwe dikevim ku, ez li qada cihadê na, di nav nîvînan de can didim.’

Ji ber hezkirin û qerd, qîmeta wî gelek Kurdan navê wî li zarokên xwe kirine. Navê alim û muceddidê Kurd, Xalidê Baxdayî ji navê wî tê. Lewra ewa stêrkê li esiman e.

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply