Şûnwarên dîrokî li Sine jinav diçin

Mîratên dîrokî, nasname û çanda her neteweyekê ne ku pêwîst e ji bo parastina hebûna wê neteweyê, ew şûnwarên dîrokî jî bêne parastin. Beşek ji vê berpirsyaretiyê li ser milê xelkê ye û beşa herî zêde dikeve ser dewletan.
Li bajarê Sine hin şûnwar hene ku ji ber nebûna alîkariyên hikûmî ji bo parastina wan, ber bi jinavçûnê ve diçin û hinek ji wan bi temamî wêran bûne. Kolanên kevn yên Sine, bêhna xemsariyê didin.
Nirxa şûnwarên dîrokî, girêdayî çawaniya avakirina wê û serdema wê ye. Lê ji berpirsên saziya Mîratên Destî û Çandî yên Sine re girîng nîn e kîjan şûnwar ya kîjan serdemê ye. Ji wan re girîng e kîjan şûnwar zêdetir nêzîkî navenda bajar e ku wê biparêzin û nojen bikin, lê şûnwarên din paşguh dixînin.

Di vê derbarê de Nadir Zendî rêveberê endazyarên Mala Hunermendên Sine dibêje 60 heya 70 ji sedî malên kevnar yên bajarê Sine, nasnameyeke dîrokî hene û xwediyên taybetmendiyên di warê endazyariyê de ne. Di rîzbendiya avahiyên dîrokî de li wî bajarî, sê desteyên avahiyên dewletî, yên xelkê zengîn û yên normal hene. Beşeke zêde ji malên kevnar li wir ji kevirên taybet hatine çêkirin. Saziya Mîratên Destî û Çandî jî ragihandiye ku ewê hewlên xwe ji bo rêgirtin ji wêranbûna wan avahiyan xurttir bikin lê saziyên pêwendîdar, bûdceya pêwîst nadin wan. Dema ku bûdce tê mezaxtin, ji bo xaniyên kevnar yên dewletê tê xerckirin lê xaniyên normal ji bo parastin û nojenkirinê, di astên herî dawiyê de ne. Ya rast ev e ku malên kesên normal, dîroka bajar nîşan didin û pêwîst e ew mal jî bêne parastin.

Endaziyariya normal, giraniyê dide ser jiyana rojane ya xelkê û Mala Hunermendên Sine jî, 90 ji sedî lîkolînên xwe di vê derbarê de encam dide lê bûdceya karên wan, nîvî tê dayîn ji ber ku giraniyê nadin ser malên kevnar yên dewketê.
Nadir Zendî got ku di malên Kurdan de ciyekî taybet ji bo mêvanan tê terxankirin û di hemû malên kevnar yên welatiyan de Dîwanxane û kursiyên zivistanê jî hene lê di malên kevnar yên dewletê de Dîwanxane û kurdiyên zivistanê tine ne. Bi vî rengî nojenkirina malên dewletê, nikare bibe sedema vejandina wê çandê. Endazyariya modern jî, ji bo pêşxistina civakê pêwîst e lê nabe endazyariya kevnar bê jibîrkirin.

Hin malên kevnar hene ku di destên welatiyan de ne û dewlet jî qet bûdceyekê ji bo kirîna wan terxan nake.
Herwisa ji bo danîna projeya kişandina bala torîstan bi malên kevnar ve karek nehatiye kirin. Beriya niha hatibû ragihandin ku wê di wan malan de karmend bêne danî ji bo ku torîst bikarin serdena wan bikin û dahata wan ji bo bajar bê xerckirin. Lê hin malên kevnar li Sinehene ku xelk têde dijîn û kesek jî nizane kevnar in. Tevî ku li Sine gelek malên kevnar û yên bi endazyariya Urusî hene û Mala Hunermendan jî daxwaz kiriye ku radestî ciwanan bêne kirin ji bo ku tevlî torîzmê bikin, lê saziya Mîratên Destî û Çandî, bi hênceta rênedana yasayê, vî karî encam nade.
Ji ber nebûna agahiyên pêwîst ji aliyê welatiyan ve, heya niha gelek avahiyên kevnar hatine wêrankirin û malên modern li dewsa wan hatine çêkirin lê şaredariya Sineli dewsa ku rê li ber wan bigire, bi rengekî yasayî daxwazên wêrankirina wan malan erê kirine.

Eskender Ceiferî-HEFTENAMEYA BAS

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply