vêyî mestbûna dar û xaniya
bi tundiya awazên gozemînê re
Tiştên du qatî te ji hundir de
bi xurtî pir cara li hev dixînin
dîmenên xunavê ne
yên bi xweşî xwe berdidin ser beybûna hina
û tewir dilop jî xwe li xakêd birçî namînin
tiştê gelkî te diêşînin
ku yên xemsar
bê qîret û Bêkêr
mîna bê şans bi germî
her kêlîkê xwe li wan dimînin
û yê ku ji rûçalên dil û govde de dipirpitê
da ku tenê bi qasî bostekê
ji ber êşikê bifrê
basik jêra nînin
hene gerdûn jêra semayê digrê
tevî ku wek peykera li meydanê bê liv dimînê
Yê dî jî divê ku salê carekê
bihna jiyanê
wek zîndewarekî bibînê
lê hêviyên xwe Her tim dorpêçkirî didomînin
dest û ling û hestên berz
bi xweşî carekê tevgera jiyanê nameyzînin
heya asoyên li paş derî jî
wek xwe
lal
û Girêdayî dimînin
ji hêrsa re
hêviya di cî de didoşê
lê derfet nîne ku danekî bi şadî rûnê
da ku wek palewanekî li ser şano
meya serkeftinê daqirtînê
an carekê berhema salên xwe bi geşî bibînê
bihara temen diborê
zivistan bardikê
hêz mîna şixra şeetî
ji ber hev dikevê
aso dixetimê
omîd mîna pela
li dû hev ji pergalê wî diweşin
weke tirombîla ku newt li orta rê têde namînê
mîna siya wê alavê
li çatrêyên gerdûnê
bê çare dimînê
wek olperestekî bê bawerî
xwe radestî lêhatinê dikê
hest dibê ku zanê
bi bûyerên cîgehê bawerdikê
ku hemî di kêlekê re derbasbûn
yên bi meş
yên bi bez
yên bi firînê jî tev di hafê re çûn
ew jî wanî bê zar
wek latekî sar
li şûn xwe
û mal
û heval
û war
û demê
bi tenha xwe dimînê.
Majêd A Mihemed
19-10-2016