Sûleyman Çevik: Nûbihar Mîrata Medresan e

Dîwan û mesnewiyên edebiyata kilasîk ji aliyê kadroyên serkeftî yên Nûbiharê tên latînizekirin şerha wan dîvanan tê kirin û ew digihên ber destên lêkolîner û kurdîhezan.

Kovara çand huner edebiyatê Nûbihar û Weşenxaneya Nûbiharê yên di sala 1992’an de dest bi xizmeta kurdî kirine li Bakurê Kurdistanê ji kurdan re bûne dibistan. Govarê heta niha 133 hejmar  belavkirine û lîteratureke mezin ji kurdan re durist kiriye. Her wiha Weşanxaneyê ji zêdetir ji 200 kitêbên kurdî çap û belavkirine û ew gihandine xwînerên kurdî. Xususiyeteke din a xebatkar û edîbên Nûbiharê jî ew e ku ew bêtir li ser edebiyata kilasîk a kurdî kar dikin. Dîwan û mesnewiyên edebiyata kilasîk ji aliyê kadroyên serkeftî yên Nûbiharê tên latînizekirin şerha wan dîvanan tê kirin û ew digihên ber destên lêkolîner û kurdîhezan. Li gel karkirina li ser edebiyata kilasîk Nûbihar berê xwe dide edebiyata modern û folklora kurdî jî û wi vî warî jî de heta niha gelek berhem çap kirine. Her wiha Govara Nûbihar Akademî jî ji aliyê weşanxaneyê derdikeve û ev govar jî mijarên giring ê edebiyat û dîroka kurdî tevî hemû hurgiliyan digihîne xwînerên kurdî û lêkolîneran.

Edîtorê Weşanxaneya Nûbiharê Süleyman Çevik, serboriya Nûbiharê ji Bas Nûçeyê re eşkere kir û li ser weşangerî, govargerî û rewşa kurdî rawestiya. Çevik da zanîn ku dema wan dest bi weşangeriya kurdî kir wê demê tu kes tu nebû ku hem berheman bixwîne û hem jî berhemên tên nivîsîn sererast bike. Her wiha Çevik amaje bi wê yekê kir ku heta k udi warê perwerdeyê de rê li ber kurdî venebe ew ê kurdî bebelav nebe û divê kurdî êdî weke zimanê perwerdeyê bê qebûlkirin. Çevik bal kişand ser xebata Nûbiharê ya li ser edebiyata kilasîk jî û daxuyand ku Nûbihar şopa medreseyan diajo û medreseyên kurdan xizmeteke mezin dane kurdî û ew jî li ser wê yekê berdewam in.

Zêdetir ji 20 sala ye hûn di nav weşangeriya kurdî de cih digrin û we zêdetir ji 130’î hejmarî govar çap kirin ji kerema xwe tu dikarî ji me re qala wê serboriyê bikî?

Di meha Cotmeha 1992’an de me dest bi govarê kir. Wextê me dest bi karê weşangerıye kir, wek hûn jî dizanin piştî 12’ê îlonê kurdî qedexe bû kesî nekarîbû weşana kurdî bikira û piştî vê yekê qedexe rabû me dest bi weşanê kir. Di destpêkêde ji ber ku li Tirkiyê  zimanê kurdî xwendin û nivîsin qedexe bû, wextê ev qedexe rabû insanekî bikaribe bi nivîse, nivîsan rast bike gelekî kêm bûn, yên hene jî gelekî qels bûn ne wekî îro bûn. Îro di ser de 20 sal derbazbûye, pêşketina ziman gelekî başe, yên bikarin ziman bikarbînin gelek in. Tabî em nikarin bêjin piraniya kurdan kurdî dixwînin, dinivîsin lê belê em dikarin bêjin ku yên kurdî dixwînin, dinivîsin îro baştirin, ne qels in. Îro em dikarin bibêjin 20-30 hezar kes dixwînin, dinivîsin, dikarin nivîsan rast bikin, dikarin li ser pirtûkan şîroveyan bikin, ‘’kîjan pirtûk baş e, kîjan pirtûk ne baş e’’ dizanin û li ser pirtûkan dikarin biaxivin.

Beriya 20 salan ev tiştên wiha tun bûn. Ziman gelekî pêş de ye li gorî salên berê. Îro mirov dikare bibîne bi sedan însan zimanê kurdî diaxive. Lê hiş piyaseyekî kurdî em bi bêjin heye, nîn e. Hinek weşanxane raxbetê dibinin, hinek mijar raxbetê dibinin. Wek, pirtûkên rêziman, ferheng, yên siyasî, yên nivîskarên navûdeng. Belkî gelek pirtûkên baş jî bere hatibin weşandin lê raxbetê nabînin ji ber ku raxbetê nabînin û nayên nas kirin. Belkî ev pirtûkên neyên naskirin lê eger bên naskirin ez bawerin ew ê gelek bên xwendin. Eger zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê yê piyasaya kurdî jî çêbibe. Eger mamoste di dibistanan de li ser xwendekaran pirtûkên kurdî ferz bike yê wî wextî pirtûk bên xwendin. Zimanê kurdî û xebatên zimanê kurdî, weşangeriya kurdî heta niha bi ser milên kesan, kesên dildarê zimanê kurdî hatiye vê astê. Eger îro jî zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdê yê di çend salan de pêşketinekî gelekî balkêş û serkeftî nîşan bide.

Nûbihar gelekî li ser edebiyata kilasîk radiweste. Gelo çima hûn bi taybetî li ser kilasîkên kurdî kar dikin?

Eger hûn îro edebiyata kilasîk ji edebiyata kurdî derxînin, edebiyata kurdî  ewê li holê nemîne. Em bêjin bin koka edebiyata kurd, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Siyagpoş, Pertev Begê Hekkarî Mella Mahmûdê Beyazîdî  û yên din in. Eger em wan kesan ji edebiyata kurdî derxînin ew  ê edebiyata kurdî tunabe. Medreseyên kurdî de bi zimanê erebî re zimanê kurdî jî hatiye bikaranînin. Pirtûkên kurdî jî hebûn û her wiha tercumeya pirtûkên erebî an em bibêjin şîroveya pirtûkên erebî jî ji kurdî hebûn. Cegerxwîn û Mehmet Emîn Bozarslan jî di nav de piraniya wan di medreseyan dest bi edebiyata kurdî kirine. Edebiyata kurdî di medreseyan de dest pê kiriye û medrese jî ji cihên olî ne û em jî wek Nûbihar ji aliyê olî û edebî şopa medreseyan dene. Me zêdetir ji 200 pirtûkên kurdî çap kirine. Her wiha me tefsîra Qûranê çap kiriye. Di nav me de xwendekarên medreseyan hene, mele hene, siyasetmedar hene, gelek kesên cûda hene. Wextê mirov edebiyata kilasik ji edebiyata kurdî de derxînin, edebiyata kurdî tuneye, eger em wê edebiyatê ji kurdî derxînin temenê edebiyata kurdî ew ê herî zede 50 sal be. Ji ber ku edebiyata kurdî ji medrseyan de derketiye.

Nivşekî Weşanxaneya Nûbiharê heye gelo? Em dikarin behsa nivşên Nûbiharê û serdama wê bikin?

Ez naxwazim çend navan bibêjim lê belê ez dikarim bi rehetî bibêjim, Nûbihar ji me re, şexsê min jî têde, ji bo me wek mektebekê ye. Gelek kesan tenê bi xwendina Nûbiharê pirtûk nivîsîn e. Ez nikarim navan bidim. Ji ber ku wek hun jî dizanin, me kurdan du dinya heye . Yek dinya çepgirên kurd e û yek jî dinyaya kurdên mîna me yên muhafazakar e. Em gelek caran bahsa tiştên wiha dikin. Em bibêjin nifşê filan govarê nabe, xelet e. Belkî her govarê nifşên xwe çêkiriye. Ji ber ku dinyaya me ji hev cuda ye, lehçeyên me ji hev cihê ye. Em nizanin li Başûr çi derdikeve, li Ermenîstanê çi derdikeve, Li Rojhilat çi derdikeve. Belkî kesên baştir derketibin. Nûbiharê helbet nifşek gihandiye. Gelek insan rû bi rû ji me re dibêjin me bi Nûbiharê dest bi xwendinê nivîskariyê kiriye. Gelek govarên din jî nifşên nû gihandin e, her govara kurdî di xizmeta zimanê kurdî deye, barê herkesî jî mîna barê me giran e.

Siwar Bedirxan/Basnews.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply