Şûjin be lê nehêle ku te Şûjin bikin

Beşê yekemîn: Şûjinkirin

Nayê veşartin ku di jiyana me de bi taybet li bajêr, ne nirx û ne jî cihê şûjinê di jiyana me ya rojane de heye, lê dema em di werza zivistanê de vedigeriyan gund û ji heyva 10 û pêşde gava dema çinandina zeytonan dest pê dikir şûjin derdiket meydanê û her gav di berîka cotariyan an berîka ajokarên tirektoran de bû, ji ber ku karê wê yê sereke bo dirûtina deviyê çiwalên zeytûnê ye.

Lê divê nayê jibîrkirin ku carna şûjin di warê han dana keran de jî bikardihat, nemaze gava ber êvarî di dema vegera mal de, yan di dema pêşbirkên li ser rêyan di navbera cotariyan de lidar diketin, çimkî wê gavê sitûyê kerê an bêrgîr an qantiran bi hêrs şûjin dikirin, da ku ew dewara bi lez bibeze, û carna jî gava dewarekî westiyayî li şûna hevalên xwe dima, xwediyê wê ajalê ew şûjin dikir, da ku bighîne hevalên xwe. Lê tiştê balkêş di sala îsal de, dûrî welêt û dûrî zêtûn û ker û bergîran û dûrî  bikaranîna şûjinê di warê cotkariyê de, nemaze karê têkildar bi ajalan re.

Min berî vê mehekê şûjinek bedew li bajarê Stenbolê dît, lê karê wê hinekî cuda bû, ji ber ku di warê rexneya civakî de bikar dihat, ew jî di pirtûka Abdurrahman Benek de bi zîrekî dilîst, pirtûka ku di 2020an de ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve derketiye holê, pirtûk jî di bin navnîşana zimanşûjin de hatiye, û naverok û çîrokên wê pirtûkê jî li ser hin mînakên Kurd in, yên pir haydar in ku zimanê xwediyê desthilatê, an zimanê dagîrkerên kurda bi awayekî xweş û şêrîn û durust bikar bînin, di heman demê de tewir ne qisawet û xem e li cem wan ger Kurdiya wan çato pato be, sedem jî ji ber ku beşekî mezin ji Kurda heya derdê nizmbûnê pêketine, û ew her tiştê neyarê xwe an dagîrkerê xwe di ser yê gelê xwe re dibînin, û xwe herdem di bin netewa desthilatdar e mêze dikin.

Vêca li gorî lêkolînên psîkolojî derdê kêmbûn û nizimbûnê tenê di riya venasîna mirov bi vê derdî tê çareserkirin, an jî di rêya xwendin û zêdekirina asta zanistiyê û çanda giştî li cem mirovê nexweş dê bête çareserkirin, bê guman sedemên vê derdî pirin, lê ya serke li cem beşekî mezin ji kurdan ji ber ku neyarê gelê kurd ji demeke dirêj de li ser pîskirina derûniya gelê me xebitiye, û rûwê gelê bindest berve nezaniyê ajotiye, da ku kesê ji vê gelî tim û tim xwe li şûn û paşketî û nizim li hember xwediyên desthilatê bibîne, û bi demê re ji ber zêdebûna hestên nizmbûnê li bal wê mirovî ew di nav civaka gelê serbest de were pişaftin; hêjayî gotinê ye ku helwest û çîrokên ku nivîskar berçav kirine cûrbecûr in, lê ez naxwazim ti mînak an çîrokan ji pirtûka zimanşûjin di vê nivîsê de biweşînim, da ku ez xwîner ji kêfxweşiya xwendina pirtûkê bêpar nehêlim.

 

Beşê duyemîn: Şûjin Be

Di civak û xwepêşandinan de dirûşmên bilind li ba meke

derewên siyasî û nûçeyên netewî yên çêkirî belav meke

kilaşînkofa partiyan li hember partiyên din zû zû rameke

bi çi awayî be xiniziyê li doza gelê xwe meke

ti karî ewqas balkêş jî meke

tenê wek xwe Kurd be

dîsa jî tê şûjina di govdê neyarê gelê xwe da be

çimkî ra ku tu ne welatparêz be

ne zanayê civaka xwe be

ne şervanê çeper û sengeran be

ne xwedî rol û bandoreke berçav be

ne xwedîyê berhemên çandî an hunerî an zanistî an ramanî be

û welatiyekî xav ji welatiyên cîhanê be

û tiştekî girîng neke

tenê ziman û kultûra xwe di hundir pergalê xwe û di hundir mala xwe de biparêze

dîsa jî tê li bal dujminê hebûna te û gelê te şûjineke pir tûj be, û çawa gundî wê şûjinê dirêjî stûyê ajalan dikin û wê pê diêşînin, tê wek wê şûjinê di govdeyê neyarê hebûna gelê Kurd de be.

Majêd A Mihamad

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply