Sûc û Ceza

Ev berhema Dostoyevskî ji sala 1886an vir ve ji aliyê bi milyon kesan ve hatiye xwendin, niha jî tê xwendin û wisa xuya ye ku wê di rojên pêş de jî were xwendin.

Ev berhema han ji wêjeya Rûsî şaheserek e ku navê xwe li rûpela wêjeya dinyayê daye nivîsandin. Sûc û Ceza hestên mîna alozî, nakokî, şikestin, hêvî, bêhêvîtî, mêrkujî, poşmanî, xewn û xeyalên tirsnak ên ku di jiyana mirov de tên dîtin, di şexsiyeta lehengê xwe Raskolnîkov de li ber çavan radixe. Raskolnîkov lehengekî ji nav jiyanê ye, şagirdekî zanîngehê ye, di nav xizaniyeke dijwar de diperpite û sedem vê yekê biryarekê dide. Lê mixabin ev biryar ango kuştina yekî, jiyanê lê heram dike.

Şevên bêxew, xewnên tirsnak, şayesandina bûyeran û kesayetan; mirov bi xwe re dibe ode, hewş û kolanên wî bajarî. Lewma di vê berhemê de tansiyon her car bilind e. Sûc û Ceza şahesereke hêjayî xwendinê ye û ji bo romannûsa jî mînak û çavkaniyeke bêhempa ye.

Navê Kitêbê:  Sûc û Ceza

Wergêr :Medeni Öğüt

Nivîskar: Fyodor Mihayloviç Dostoyevski

Cûre    Roman

Rûpel: 632

Sala Weşanê:  2020

Weşanxane: Nûbihar

(Ev nivîs ji malpera Nubiharê hatiye wergirtin)

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply