Yekşem , 29 Sermawêz 2020

Suat Baran: Elbakof, hem ez im hem dijminê min e

Juriya ku ji Berken Bereh, Fewzî Bîlge, Yenqîn H., Bêrîvan Zînzal û Necla Arî pêk dihat, “Kitêba Elbakof” a Suat Baran hêjayî xelatê dît. Her wiha jurîyê xelata rûmetê ya îsal jî da çalakvana mafê mirovan Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci.

Malbata Arjen Arî, Weşanên Sor (Berê Evrensel) ev çend sal in ji bo bîranîna helbestkar Arjen Arî ‘Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî’ li dar dixin. Di pêşbaziyê de dosyeya ku bi ser dikeve wekî pirtûkekê tê çapkirin û balavkirin.

Îsal 5 dosyeyan serî li pêşbirkê dan. Juriya îsal ji Fewzî Bîlge, Yeqîn H., Bêrîvan Zînzal, Berken Bereh û Necla Arî pêk dihat. Pênc endamên juriyê dosye nirxandin û nîqaşên xwe kirin. Bi qinyata hevpar a her pênc endamên juriyê, bi boneya ku xwediyê ‘dosyeyê edebiyata kurdî û ya cîhanê baş dizane û hêviya pêşketinê dide’, dosyeya Suat Baran a bi navê Kitêba Elbakof hêjayî xelatê dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha Selamî Esen, bi “Qijikên Xêrê”, Yehya Omerî bi “Anatomiya Demsalên Zer”, Narîn Yukler “Rê û Rêç”, Emerîkê Sidîqayê bi “Nameya Şîn” (wekî Vê Lehzê Vê Payîzê hat çapkirin) û Miradê Miradan bi “Radîşo”yê heman xelat wergirtiye û di sala 2016an de tu berhem hêjayî xelatê nehatibû dîtin ango wê salê xelatek nehat dayîn.

Bi minasebeta ku Suat Baran Xelata Arjen Arî wergirtiye em wekî Duvarê, li ser helbestê û nêzîkatî û poetîkaya wî ya helbestî û bandora Arjen Arî li ser helbestkariya wî axivîn. Baran dibêje, Arjen Arî, mînanî sêhrbazên demên berê bi serê xwe dengek û qonaxek bû. Baran li ser Elbakof dibêje jî, “Elbakof hem gundê min e, hem tevahiya Kurdistanê ye; hem ez im hem dijminên min e. Elbakof, her çiqas bişibe mirovan jî ji mirovan wêdetir ax, welat, xanî, gor, cihê jibîr bûyî, ciyê hatiye pêpeskirin.”

 

Te xelata helbestê ya Arjen Arî ya îsal (2020) wergirt. Arjen Arî û helbesta wî ji bo te çî îfade dikin? Dema te bihîst ku navê te û yên Arjen Arî bi hev re hatin bilêvkirin te çî hîs kir?

Çend roj berê Arjen Ariyê rehmetî hate bîra min û min ji xwe re digot gelo kengî min ew cara ewil xwendibû. Sala 2009an ez cara yekê çûbûm Letonyayê û li bajarê Ventspilsê bo qederê mehekê bûbûm şêniyê Xaniyê Nivîskar û Wergêran, wê demê min sê-çar dîwanên wî jî tevî xwe biribûn. Hêdî hêdî ji xwe re dixwend da çêtir fêm bikim ka xweyê wan berheman yekî çawa bû. Min di demê de dît kurdiyeke rewan û mûzikeke ecêb bû ê li ber destê min; hingê em ji biharê derdiketin berê me havîn bû. Roj gelek dereng diçû ava li vî bajarê bakur, welat dûr lê deng pir nêzî min bû. Wî çaxî şa’ireke emerikî jî li heman malê bi me re bû, Eva Saulitis. Li hêleke Arjen Arî, li hêlek din Eva Saulitis, bêyî serwext bibim ez ketibûm tora helbestnûsînê. Min nedizanî tesîreke wisa ecêb û derhişîn wê li ser min çêkin, helbet berê min ji xwe re tiştina dinivîsand lê ne xema min bû ez ê rojekê bi awakî cidî binivîsim û bikim kitêb. Tenê ji bo xwe û ji xwe re min dinivîsand, carna herçiqas bi çendin hevalan min parve bikira jî. Lê ya rast bêjim kengî ez berê xwe didim Arjen Arî, hurmeteke ecêb çêdibe di dilê min de naxwazim zêde bipeyivim. Tenê dixwazim qala nasîna xwe ya ewil ya bi Arjen Arî bikim; baş nayê bîra min kîjan sal bû lê ji bo panelekê hatibû zanîngeha Boğaziçiyê, şaş nebim ji beşdaran tenê ewî xwestibû yekî bînin ber de da axaftina wî li ser tirkî terceme bike, te digot qey bi tirkî nedizanî lê di rastiya xwe de vê yekê sekna wî ya anti-kolonyalîst nîşan dida, ev yek di helbestên wî de pir diyar e jixwe. Herekete pir qarîzmatîk û dîmeneke wisa bû ku mirov nedikarî bi hêsanî ji bîr bike. Wekî din ji bo min Arjen Arî mînanî sêhrbazên demên berê bi serê xwe dengek û qonaxek bû, ji ber vê ew xelata dane min ji hêlekê serfiraziyek mezin e bo min, ji hêlek din jî min aciz dike. Çiku bareke, berpirsiyareke mezin didane li ser milên min, nizanim ez karibim ji binî wê derkevim.

 

Bi giştî tu li xelatên edebiyatê çawa dinêrî? Sedemên pêşdarbûna te bo pêşbirkeke wiha çi bûn?

Helbet demeke dirêj min nekarî biryarek bigirta gelo dosyeya xwe bişînim pêşbirkê an jî rasterast bidim weşanxaneyekê, bi edîtoriyeke baş. Çend caran di çûn û hatina wê biyarê de asê mam, min digot erê, dotira rojê na. Axirî min xwest ew yek ji destê min derkeve ka dinya çawa pêşiya min ron bike. Helbet xelatên edebî her çiqas bi serê xwe derbarê ast û qîmeta berheman de tiştan bêjin jî dîroka edebiyatê ji serî de me baş elimandiye taliya talî ew bi serê xwe ne pîvan in. Çiku gelek nivîskar hene xelatên giranbiha girtin wek Nobelê, ser meselê Vicente Aleixandre (1977), Jaroslav Seifert (1984) lê îro navê wan pir kêm tê zanin, hinek jî henin xelatên mezin negirtine lê dîsa jî asta edebiyata wan li ber nezera xwîner û rexnegiran pir zêde ye mînanî Kazancakîs, Nabokov û hwd. Sedema beşdarbûna min bêtir ji ber wê bû min hem dixwest pişta xwe bidim navekî wisa sembolîk ku wê ji min re bibûya motivasyoneke mezin hem jî min dixwest xwe ji berhemê xilas bikim da berê xwe bi rehetî bidim rêyên din. Bi awakî din bêjim, tu caran rexnegirî ji bo min nebûye asteke di ser edebiyatê de, ango li hêleke din pêşbirkên edebî jî tu carî ne li asteke jêr bûn. Parikî jî min xwest ez vê yekê jî darîçav bikim, vê îlûzyonê belav bikim.

 

Em te ji gotarên te yên rexneyî û çîrokan nas dikin lê li vir zimanekî helbestî heye û mirov dema helbestan dixwîne, mirov wekî ku rastî du kesên cuda, du dengên cuda tê… Terry Eagleton mesela ew jî rexnegirek e lê roman jî nivîsiye.. Pêdiviyên helbestê û yên gotaran çi ne? Di çarçoveya guhêzbariyê de çawa ji hev dibin, kengê li hev diqelibin, li ser van her du şêwayan çi difikrî?

‘ÎNGILÎZÎ Û TIRKÎ BI QASÎ KURMANCÎ DILÊ MIN REHET NEKIR, AZADÎ NEDA MIN, NE GOT TU HEYÎ’

Ji zaroktiya xwe vir de bi her awayî ez di nav edebiyatê de bûm, gelek berhemên cuda, ji wêjeyên cihê min her tişt dixwend, bi demê re tahm û zewqa min a edebiyatê ket ser qalibê xwe. Tiştekî ji hêla nivîsandin, ziman û şêwaza xwe min serobîno neke dikarim dilê xwe bidime wê. Loma xwendin herçiqas kêfeke jiyanê be jî, gelek caran dibe jan dikeve orta sîngê min. Ji bo nivîsandinê jî, di paşzaroktî û balixiya xwe de min tim dixwest biyografî, bîranînên (hûn ê bêjin ma bîranînên zarokan jî çêdibin, çima çênebe?) xwe binivîsim ji ber ku hingê berhemên min bêtir dixwendin xatirat û biyografî û otobiyografî bûn, helbet wekî her kesî meyla min li ser pexşanê bû, min digot rojekê ez ê romanên qerase binivîsim, xeyalin zarokane helbet, wê gelek kes bixwînin. Min ji xwe re şablona wan romanan çêdikir, qerekter û plot, çi tişt nedhişt lê axirî bi ser nediketim, çima? Ez jî nizanim. Lê xuya ye ew yek weke xeyalan ma mînanî gelek tiştan di jiyana me re borîn. Di salên min yên lîseyê de min hemî helbestên şa’irê tirk Melih Cevdet Anday xwendibû him jî gelek caran, ger rastiyê bêjim bandora wî pir zêde bû li ser min, hem ji hêla afîrineriyê hem jî ji hêla entelektueliyê. Tabî wê demê haya min çi tiştekî bi kurdî tunebû, derdora min a kurdî ancex piştî 2005an wexta ez li zaningehê bûm çêbû, ji wê rojê vir de ez her tê de me. Nivîsandin wek min gotî ji zaroktiyê min de her tim ji min re bûbû arîşe, îhtimalek gelek sedem li ba min hebûn min nedikarî binivîsanda, yek ji wan jî ev bû: bi kîjan zimanê min ê binivîsanda? Ya duyê jî ez ê çi binivîsim û çawa binivîsim, rih û mêjiyê min hazir bû gelo ji bo vê yekê? Meselê zimên nehişt ez bi rehetî binivîsim, di çendin zimanan de asê mabûm min qibleha xwe şaş kiribû. Yûnaniya min a nivîskî qels bûbû jî min çend helbest bi vî zarî jî nivîsandin, ên xwendine ew pir hez kirin, heta yek ji wan di romaneke hevalê min de bi navê min jî çap bûbû. Bi îngilîzî û kêm cara bi tirkî jî ceribînên min çêbûn, lê tu carî yekê ji wan qasî kurmancî dilê min rehet nekir, azadî neda min, ne got tu heyî, ne got mirov dikare bi rastî jî qise bike! Min ev yek di kurdî de dît. Lê wexta mirov ji hêla zimên ve ne rehet be nikare sedî sed berê xwe bide karên afîreniyerê loma beriya xebatên afirîneriyê min bêtir bala xwe da ser xwendin û nivîsandinên akademîk û rexneyê. Zimanê min yê akademîk li gor qaliban û çendin peyv û qalibên ezber dimeşe, helbet min tu car nexwest bi zimanekî hişk akademîk jî be tiştan binivîsim, ji ber vê di nivîsên xwe yên rexneyî de jî min her tim xwest dengê xwe yê şexsî lê bar bikim. Carek rexnegirek hêja ji bo nivîseke min ji min re gotibû di formata gotareke akademik de te nivîseke spirîtûel, mînanî yên zen-budistan nivîsandiye. Ev yek pir kêfa min anibû. Lê dîsa jî zimanê akademîk azadiya ez lê digeriyam têra xwe nedida min, di şi’irên xwe de min karibû peyvên di derhişê min de asê mabûn û bûbûn terkedinya dîsa li xwe vegerînim û cihaneke nipînû bi wan re çêbikim. Ev peyv bi piranî ji zaroktiya min, ji gundê me ê orta çiyayan derketin û dîsa zivirîn ser warê xwe yê rastî, mêjî û zimanê min. Loma ez dibêm ev cudahiya navbera zimanê helbestan û gotarên min rexneyî ji vê balansê tê; wexta akademik dinivîsim dibim yekî mezin, wexta helbestan dinivîsim dibim zarok û li derdora min çi hebe jî ne xema min e. 


Em bêne ser berhema te ku te pê xelat wergirt.. Kitêba Elbakof… Dema em helbestan dixwînin, em dibînin hibra wî heye, cîranên wî yên zîndewar; gur û hirçên mala wî, ewrên xeyidî  yên mala wî hene û bi sê xewnan berê xwe daye rêueke… Bi kurt û kurmancî ew herêmek e, lehengek e yan Elbakof tu bi xwe yî?

‘ELBAKOF HEM GUNDÊ MIN E, HEM TEVAHIYA KURDISTANÊ YE; HEM EZ IM HEM DIJMINÊN MIN E’

Navê qezaya Wanê ya Başkale bi kurdî Elbak e, gundê me û derdora me dûrî hewza Behra Wanê nêzî Elbak, Colemêrg û Salmas û Urmiyayê ye. Em nêzî wan deveran de bûn, loma ziman û çanda me ne sedî sed serhedî ne jî sedî sed colemêrgî bûn. Dema ez rûniştim navek ji bo helbesta xwe digeriyam min got ka ji xwe re şexsiyetek çêkim, bila hem nîşanî erdnigariyê be hem jî nîşanî dîroka devera me be. Min got Elbak baş e, xweş Kurdî ye, ka mirov çawa Elbakê dikare bike însan, ger min ê bigota “Elbako” sûreteke mirovan di serê min de çênedibû. Li aliyek din jî, ji dîroka serhediyan ku êrîşa Rûsan û çanda wan gelek çi bi erênî çi bi neyînî bandor lê kiriye min xwest mîna marqaya saetê Serkisof bikim Elbakof. Hem berê min dide warê me  ku em tê ewirîn hem jî dîroka sedsal berê, hem jî deng û şêwaza mirovekî bide. Loma Elbakof hem gundê min e, hem tevahiya Kurdistanê ye; hem ez im hem dijminên min e. Hem jî dibe ku tu der nîne. Nizanim. Belkî mînanî Asûsa Dicle, Yoknapatawpha County ya Faulkner, Macondo ya Marquez, Elbakof jî her çiqas bişibe mirovan jî ji mirovan wêdetir ax, welat, xanî, gor, cihê jibîr bûyî, ciyê hatiye pêpeskirin be.

 

Em dikarin bibêjin, helbestên te wek ku hevdu temam dikin. Mesela hin helbest hene bi tena serê xwe ne helbesteke pir baş be jî di tevahiya wê dosyeyê de cihekî digire… Li gorî te dîwan bi tenê helbestek e yan jî wiha bipirsim bi ya te çi ferq di navbera çendîn helbestan û dîwanekê de heye? Dawîya dawî dîwan bi qasî helbestên tê de ji yên ku li derve hatine hiştin jî pêk tê. Tu van têkiliyan çawa dibînî?

Di serî de min bi navê “Kitêba Elbakof” helbestek tenê nivîsand û di kovara Nûbiharê de çap bûbû. Wexta min ev nav lê kir qet di dilê min de tiştek wiha tunebû ew ê dûre anatomiya kitêba min çêbike. Vê yekê bi demê re hêdî hêdî ez qanih kirim. Kêliyê têgihiştim bi rastî jî ji serî de derhişê min ev kitêb hazir kiribû û navek lê xistibû, min jî bêyî zor û zextan bêyî zêde li ber xwe bidim xwe radestî vê biryara derhişê xwe kir. Loma aniha dema berê xwe bidim vê berhemê dibînim gelek helbest bi awayekî rêya xwe dîtin da bibin perçeya navendeke mezin mînanî darên daristanekê ku koka wan hemiyan digihijn hev û bi hev re cihaneke hevbeş ava dikin, bi yek dengî bi yek rengî. Hewldana min jî ji bo vê yekê bû loma min ev helbesta cuda “kitêba elbakof” ku ji 5 çarîn pêk dihat her çarîn xistin di navbera 8-10 helbestan de mîna ku bi bendikek van bi hev ve girê bidim. Dibe ku li hin ciyan ez ne serketibim lê nêt û armanca min di serî de ew bû.  Ji bo helbestên ku tê de nîne, nezayine nizanim di dahatûyê de wê çawa berê xwe bidin Elbakof.

 

Arîstoteles di “Poetîka”yê de dibêje, “du sedemên bingehîn yên helbestê hene: teqlîd (mimesis) û meyla mirovî ya li ser newa (melodi) û rîtm (rhythm)” Bi nezera min bi qasî helbestê, dîtin û xwendina helbestkarî û poetîkaya wî jî girîng e. Çimkî, bi giştî em dibînin helbestkarên mezin xwedî poetîkayekê ne jî di heman deme de. Tu eger bi kurtî behs bikî, bi ya te sedemên helbestnivîsînê çi ne û tu xwediyê poetîkayê çawa yî?

‘TIŞTEK NAHÊLIM BÊDENG BIMÎNE, HER TIŞT DIVÊ BÊ DÎTIN, BÊ BIHÎSTIN; EV YEK BINGEHA POETIKAYA MIN E’

Ew sedemên Arîsto helbet dûrî niqaşê ne ji bo min, ji ber ku ew 2000 sal zêdetir e tim tên niqaşkirin, gelek tişt li dijî nezera wî hatine gotin jî, dîsa serdestiya Arîsto di warê teoriya edebiyatê de ji her kesî ve eyan beyan tê qebûlkirin. Ê min jî mîmetîk e, ez dengan, dîmenan teqlîd dikim, ez xwe jî teqlîd dikim, bîranînên xwe, hestên xwe, xeyalên xwe. Jiyanên dergistiyên xwe, bîranînên wan jî. Tiştek nahêlim bêdeng bimîne, her tişt divê bê dîtin, bê bihîstin. Ev yek bingeha poetikaya min e. Çendek şa’ir henin helbet di destpêka helbestnûsîna min de bandora wan li ser min gelek bûn weke Seferîs, Arjen Arî, Kavafîs, Rilke û Melih Cevdet Anday. Ji xeynî wan ji me kurdan Berken Bereh, Kawa Nemir, Osman Mehmed û Gulîzer, ji miletên din Adonîs, T.S. Eliot, William Carlos Williams, Ezra Pound jî asoyê min fireh kirin. Sedemên helbestnûsînê bo min tune, tenê dinivîsim tu bêjî qey riyek din tune. Tê de azad im û li gor dilê xwe tevdigerim, hezar cihanan xira dikim hezaran ava dikim; kerba dilê xwe, xeydên xwe û êşên xwe vedireşînim, ne mecbur im hesaba tiştan bidim. Bi terza Arjenkî bêjim, ez heyfa xwe ya bindestiyê hiltînim bi nivîsa helbestê û helbet bi helbesta kurdî. Li aliyekî din jî hevokek pir klîşe ye lê rast e: tiştekî xwezayî, tiştekî bivênevê ye şi’irnûsîn bo min. Tiştek din heye, ew şaîrên min qal kirî rê li ber min vekirine da mirov çawa dikare bi peyvan bilîze û peyvan raxine ser kaxizeke sayî û her tişt bike malê helbestê. Lê ji bo helbestên min tiştê pir muhim jî hest in, wexta mirov dûrî hestên xwe be, wana nas neke, divê ji xwe re riyên din biceribîne da bikaribe xwe nezî van bike û binase. Ji bo min ew peywir berê li ser milê psîkanalîz û xwendin û axaftinê bû. Bi saya wan min hestên xwe, derhişê xwe nas kir û rêya kamilbûnê çêkir. Gelek kes ku naxwînin û meraq nakin lê dîsa jî dixwazin xwe nêzî hest û ramanên xwe bikin berê xwe didin araq, tiryak û dermanên dîtir (yên mêjiyê, derûnî û tevzînokî). Ji bo min ev rê mûzika elektro-tekno ye. Piraniya helbestên xwe min di nav sala dawî de nivîsandine, wexta min stranên elektro-tekno guhdarî dikir, min xwe dûrî cîhana derveyin dîdît û hestên curbecur ên ecêb ên min di zaroktiya xwe de nas dikir dihatin ser rûyê zemîn û di vê pileya ekstazîk de min dinivîsand. Loma ji bo min, qenebe ji bo niha dikarim bêjim, helbestên min bêyî elektro-tekno qels in, kêm in. 

 

Edward W. Seîd di berhema xwe ya bi navê “Entelektuel” de dibêje, “karê entelektuelan ne ew e ku guhdarên xwe kêfxweş bikin; ya girîng  ew e ku wan dilteng û avarê bikin; hetta kêfa wan bişkînin û tengezar bikin”. Ev hewa û atmosfer hema bêje di hemû helbestên te de heye. Sedema vê diltengiyê û qeswetê çi ye gelo?

Heger ekolek hebe ku ez xwe têxim nav de, şa’irên şevê, yên reş û dilteng bavê min in; Georg Trakl, Novalis, carina Heinrich Heine, Rilke, Seferîs. Qedera kurdan wisa ye, a min wisa ye nizanim, çiqas qedera xwe dikarim ji ya kurdan dûr bixim, çiqas dikarim bibim takekes, çiqas dikarim/nikarim bibim perçê komekê? Tiştê li derdorê dibînim timî caran reş in, êş in, jan in. Duh destgirtiya min î kevn î yûnan ji ber helbestên min ji min pirsî gelo ez janê sublime dikim, aşiqê jan û êşê me. Min got, na ez ne perestê reşbîniyê me, dinya ne tenê wiha di nav qeswetê de ye, tiştên xweş henin, jin tên diçin, dikenin, zarok henin dileyzin, ezman pir spehî ye, laş dipeyive, çîmen, mêrg bi rengê xwe, av bi tahma xwe dinyayê xweş dikin. Lê paradoks ev e bi saya reşatiya dinyayê ez van xweşikiyan nas dikim, dikarim qedr û qîmeta wan bigrim. Helbet wexta min biryar da helbestên xwe radestî xwîneran bikim, îhtimala ku wê helbestên min neyên famkirin, wê xîtabî gelek kesan neke ket pêşiya min, çiku tê de êşên kolektîf pir kêm in, takakes li her derê diqîre, êş dipijiqe, peyv û hevokên ji zimanên biyanî, reştariya hemî dinyayê tê de ye dibêje “ez he me”. Wê gelek xerib bê bo gelekan, belkî ez şaş im, lê wextekê mîna qerektera romanekê digot helbesta min ne ji bo demên bênhfirehiyê ye, ne ji bo van kesên hesas û diltenik e. Li hêleke din jî, li ser pirsa te bêjim, ez bi xwe di vê baweriyê de me divê kesên xwenda, kesên entelektuel di mijarê tengezarkirina civakê de xwediyê mêzinekê bin, ji ber ku carinan ew dikare ber bi jakobenîzmê ve jî biçe. Çawa ku, teşbîheke ne baş be jî, şivan hin caran bi darê zorê riya keriyê xwe diguhere, divê ew êşdayîna entelektueliyê di warê fikirandinê de, rê li ber fikirandina takekesan veke, ne ku bi serê wan bigre û riya wan bi wî şiklê biguherîne. Di çîroka min a şexsî de, li ser ezmûnên xwe yên min li jor behs kirin, ez  dikarim bêjim ligel ew melankoliya tê de jî êş, ew tarîtî rê li ber afirîneriyê vedike.  

 

Di çend salên dawiyê dawî de ligel Kawa Nemir dengê Serhedê (bo nimûne kesên zîrek û serkeftî yên wekî Rizgar Elegez, Emerikê Sidîqayê, Mem Zînistanî, Erol Şaybak, Mihemed Şarman ûhwd.) di edebiyata Kurdî zêde dibin. Bi ya te çi taybetmendiyên Serhedê hene? Em dizanin tu li Trabzonê maye û niha li Stenbolê dijî lê dixwazim bipirsim, gelo heya çi radeyê erdnîgariyê, bi taybetî jî Serhedê û Trabzonê bandoreke çawa li helbest û xebatên te kirine? 

DÎMÊNÊN ZOZAN, MÊRG Û ÇIYAYÊN SERHEDÊ, KILAMÊN DENGBÊJAN RIHÊ ME XWEŞ PÊÇANDIYE Û EM PARASTINE’

Çend sal berê gelek rexnegiran an jî fenomenên li ser tora civakî derbarê serhediyan de ji xwe re henek dikirin û bi zimanê wan dikeniyan, digotin aniha kî ji wanê be “gelmiş ke, açmiş ke” dipeyive. Ev yek nêrineke ultra-çewt bû. Mesela wexta ez zarok bûm em diçûn gundan min tu carî peyva “yaz ke” di devê meznên xwe de nebihistiye, tim peyva nivîsin, nivîsandin bi kar dianîn. Carek ji yek ji wan hevalan re ku henekê xwe bi devoka Waniyan dikir min ev yek  gotibû lê camêr heneka xwe berdewam dikir. Ji ber ku ewqas ji xwe bawer bû ku li Wanê, qaşo li tevahiya Serhedê li gundan li qeza û bajaran kurdî ji berê de hatibû jibîrkirin û kes her “şildim bildim”an qise dikir. Ev neheqiyeke mezin bû ku bi destê xwîner û nivîskarên deşta Mêrdînê û Diyarbekirê li Serhediyan hatibû kirin. Wê yekê car caran ez dieşandim jî min guhê xwe nedida. Çiku her çiqas zimanê me zimanekî yekta be, kurdiya delal be jî, em giş cara ewil zimanê xwe ji diya xwe dielimin, li gund û taxên xwe hîn dibin. Heke diya min û ev bihûşta zaroktiya min, gundê min, çiya û zonanên min, ew kilamên dengbêjan ên li piqayên gund me guhê xwe lê bel dikir tunebûna, belkî piştî ewqas asilimasyona zêde ez tûşî lê bûm ez tu carî bi ser neketibama, min ê ji zimanê xwe hez nekiriba. Zimanê min î herî xurt di zaroktiya min de tirkî bû, jiyana min di navbera Terebzon (gundiyên me wiha digotin) û Ozalpê de bûbû du perçe, bi heman awayî di navbera kurdî û tirkî de jî. 9 meh bi tirkî 3 meh bi kurdî helbet têrê nedikir. Lewma ez dibêjim ew nifşên beriya televizyonê li Serhedê bi rastî jî bi kurdiyeke xwerû û paqij rabûn, dûre herçiqas pir zêde tûşî asîmîlasyona tirkî hatibin jî ew dîmênên zozan, mêrg û çiyayên Serhedê, kilamên dengbêjan rihê me xweş pêçandiye û em parastine. Loma qet heyirî namînim îro navên wisa hêja ji Serhedê derketin wek te rêz kîrî helbet navê Kawa divê tim li ber guhê me be. Tevî ekola nivîskarên Qafqasyayê ev nifşa ji Serhedê derketî barê edebiyata kurdî danî ser milê xwe û nîşan da Kurdistan ne xeyal e lê rast e bi her devok û dîroka xwe û ne malê tu kesî ye. 

 

Tu ji îngilîzî û yûnanî wergerê dikî û beşek ji wan wergerên te hatine weşandin jî. Werger û tecrubeya wergerê çi bandor û karîgeriyê li afirandin û helbesta te dike?

WERGERÊ TÊSÎREK GIRANBIHA LI Ş’IRÊN MIN KIRIYE’

Dema mirov di navbera du an jî zêdetir zimanan de bimîne, werger nabe kar dibe rastiya wî ya bi xwe. Werger ne guncan be jî bivênevê ye ji bo wî. Helbestên ku min wergerandin bêtir ji Kavafîs, Seferîs, Karyotakîs û hinek jî ji Elîtîs bûn û tenê di çend malper û kovaran de min ew weşandin. Vê havînê ligel helbestên xwe,  li ser “Mithistorima”ya Seferîs jî xebitim û min ew wergerand kurdî,  hêj li ser kitekitên wê dixebitim, derfet çêbe dixwazim wê bidim çapkirinê jî. Bi saya wergerê û bi hevaltiya peyvan dikevim cihana wan şa’iran û ev yek min bêtir nêzî wan dike, loma bi awakî rehettir karim bêjim werger di têkiliya min a bi van şa’iran de rola sereke digre û pêşiya min ronî dike. Ev yek bêşik tesîrek giranbiha li şi’irên min jî kiriye, jixwe heke mirov baş dêhna xwe lê bide, tesîra Kavafîs û Seferîs wê pir aşkera bin li ber çavê wî. Ê ji bo anatolojiya letonî, divê tiştek sererast bikim, ew helbesta min bi letonî û îngilîzî çap bû ne di antolojiyek lê di salnemaya Xaniyê Nivîskar û Wergêran yê li Venstpilsê de derketibû, bêguman hingê vê yekê motivasyoneke mezin dabû min. ​Her wekî din peyva kurdî li zimanekî mîna letonî ku gelekî dûrî ji zimanên cîhanî ye, zêde kir.

 

SUAT BARAN KÎ YE?

Sala 1986an li Wanê hate dinyayê û zaroktî û balixiya xwe li Trabzonê derbas kir. Li Zanîngeha Stembolê Ziman û Wêjeya Yûnaniya Nûjen (2008) û li Zanîngeha Yildiz Teknikê Mamostetiya Îngilîzî (2015) kuta kir, dûre li Zanîngeha Bilgiyê di beşa Cultural Studies de mastera xwe wergirt (2014) û niha jî li Zanîngeha Bogaziçiyê di beşa Edebiyata Tirkî de doktoraya xwe dike. Di teza xwe ya masterê de li ser trawmaya zimên û bêdengiyê xebitî di roman û çîrokên Suzan Samanciyê de. Ev deh sal zêdetir e bi karê wergera edebî re jî mijûldar e hem ji yûnanî hem jî îngilîzî. Ji yûnanî bo tirkî 5 wergerên wî wek kitêb çap bûne di navbera 2007-2010an de. Lê dûre dev ji wergera tirkî berda û bala xwe bêtir da kurdî. Heta niha gelek wergerên wî yên bi kurdî yên gotar, çîrok û helbestan di kovarên mîna Yazınca, Tabularasa, Wêje û Rexne, Zarema, Jehr, Asîva, Derwaze û bloga wî (wergeraedebi.blogspot.com) de derketine. Di ekîba derxistina kovara nîv-akademîk ya Zaremayê de rolek girtiye. Ji bilî karê wergerê, bi sê zimanan xebatên xwe yên akademîk didomîne. Ji xeynî wergerê çîrok jî nivîsandine lê tu carî ji çîrokên xwe razî nebûye. Têkiliya wî ya bi helbestê jî, herçiqas ji nivîsandinê bêtir dixwend jî, ji demên wî yên lîseyê vir de tu carî qut nebûye. Lê piştî çendin ristên wî yên bi tirkî, bi yûnanî û bi îngilîzî ku li Yûnanistan û Letonyayê di kitêb û salnameyan derketine, meyl û keda xwe da û dide helbesta kurdî. Ji ber ku kurdî ji bo wî zimanê yekane ye ku xwe tê de azad û dûrî zehmetiyên dinyayê dihese.

Hevpeyvîn: Mevlut Oguz

(Mevlut Oguz destûr hat standin)

https://www.gazeteduvar.com hat standin

About baweri

Avatar

Check Also

Momo û Dizên Demê

Pirsgirêka  herî mezin ya mirovê modern ‘dem/wext’ e. Nikare bi wextê re serî bikişîne. Di …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.