Stranbêjê kurd Grîşa Amoyev koça dawî kir!

Stranbêjê kurd Grîşa Amoyev li Moskowê jiyana xwe ji dest da. Amoyev di sala 2005an de ji ji ber straneke ku gotî ji Tirkiyê hatibû dersînor kirin.

Stranbêjê kurd Grîşa Amoyevê ku ev demekê li Moskowê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da. Amoyev di 12ê Adara 1947an de li Tiblîsê hatibû dinyayê û di van 23 salên dawî de li Moskowê dijî.

Amoyev piştî ku perwerdeya xwe ya li zanîngehê qedand bi werzîşê re jî eleqedar bû û di warê soberiyê de gelek caran yekemînî bi dest xistin. Paşê bi piştgiriya malbata xwe bi muzîka kurdî re eleqedar bû.

Amoyev di sala 2005an de hatibû Tirkiyê û di Newroza Amedê de ji ber ku strana ‘Lêxin Birano Lêxin’ gotibû, hatibû dersînor kirin.

Amoyev li gel temenê xwe yê mezin jî karên xwe yên muzîkê berdewam kiribûn.

Basnews

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply