Strana Serxwebûnê

Bîst û pencê vê ilûnê

Refranduma serxwebûnê

Erê erê bo hebûnê

Bijî bijî serxwebûnê.

 

Kurdno! Rabin bilezînin

Nasnameya xwe bistînin

Bi yek dengî bilîlînin

Bijî bijî serxwebûnê.

 

Bela canên gorbihiştan

Şad -aram bin li goristan

Navbilind bin li Kurdistan

Bijî bijî serxwebûnê.

 

Şerefxan û Mîr Bedirxan

Nehrî û Pîran û Barzan

Her zindî bin li Kurdistan

Bijî bijî serxwebûnê.

 

Hewlêr û Dêrsim û Batman

Mehabad, Amûd û Botan

Ew in dayikên niştiman

Bijî bijî serxwebûnê.

 

Serxwebûn şêrîn û xweş e

Welî bibe rengê reş e

Kurd tevî, bibin rûgeş e

Bijî bijî serxwebûnê.

 

Îlûn meha me kurda ye

Ala rengîn va li ba ye

Dilê kurdan pir pê şa ye

Bijî bijî serxwebûnê.

 

Konê Reş,

Qamişlo, 29/6/2017

Derbar Konê Reş

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply