Bîst û yekê adarê
Destpêkirina buharê
Şaxên daran bişkivîn
Ji kulîlkên sor û şîn
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê
Rojên kevin hilatin
Rojên nû taze hatin
Rengê zemîn guherî
Şa bû, şivan û kerî
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê
Xwîna mirov dijene
Pêre dil jî dikene
Keç û kurên me kurdan
Bi şahî dikin dîlan
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê
Dibe dema evînê
Dil li ser dil datînê
Çûk û çivîk dixwînin
Hêlînên xwe datînin
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê.
Konê Reş
Qamişlo
Nîşe: Ev Nivîs di candname.comê de cara pêşî di 20ê Adara 2016an de hatiye weşandin.