Strana Mircanê

Rojek ji rojên biharê, Perîşanê destê keça xwe ya biçûk- Mircanê – girt û ji gundî derket û vegerîya alî konê xwe. Li rêya pirr pêç û xwar a çîyayên Çinaranê , çavên du jandarm û memûrên dewleta Riza Sah ku ji bo dizîyê diçûn nava konên koçeran, li jineke bedew û ciwan bi navê Perîşanê û zarokeke mezlûm bi navê Mircanê ket. Wan du dêvan êriş û destdirêjîya dê û keçan kirin û bilez li hespên xwe siwar bûn û hespên xwe bezandin û ji wir dûr bûn.

Piştî demeke kurt, Perîşan bi çavên tijî hestir û heyran, jar û belengaz û bi kelogirî bi rê ket û dest li destê keça wî ber bi konê çûn. Rojê şerm dikir ji paş çîyan derkeve û dixwast xwe veşêrîne. Hinekî ew meşîyan û meşîyan daku Perîşanê pişta xwe da ser zinarekî û rûyê keça xwe Mircan ramûsand û got: Rindê! ez êdî nikarim ji çîyayê hilkişim û ti hêzek û şîyan di dest û pîyên min nemane loma biçe konê û ji bavê xwe Dilêver ra bibêje bila were alîkarîya min.
Mircan çû û bavê xwe ji westîn û mandîbûna dayîkê agahdar kir. Çi caran nediket mejîyê Dilêver ku jineke çeleng weke Perîşanê, westîyayî û ji pêketî be. Bilez revîya çû û xwe gihand Perîşanê lê piştî dîtina wê, çav lê tarî bûn û dinya di dora serê wî da zivirî. Perîşan di nava xwîna xwe da werbûbû. Ji ber wê şermesarîyê, mirin ji jîyanê xweştir bêhtir dihate ber çavên wê loma tenê karê ku ji destê wê dihat ew bû ku kêrî heta desteyê bike nava sîngê xwe û xwe bikuje bila rûreşî ji bo wan bênamûsan bimîne. Hawar û girîna bav û keçê bilind bûn û gihiştin gelê koçer, wan xwe gihandin leşê xwînîya Perîşanê û piştra ew li ser çîyayekî di paş konan da spartine xwelîyê.

Roja din Dilêver pezên xwe firotin û çû Qûçanê û tifengeka Birno û desteyeke gule ji xwe ra kirrîn û xwe amadeya şerrekî mezin kir. Tê gotin ku di jîyana mêran da tenê kesê ku hevalê mezlûm û jar û bêçareyen e tifang e.

Hîn çilemîn roja wefatkirina Perîşanê derbas nebûbû ku bo careke din ew du jandarmên bênamûs ji pasegeha Çinaranê ber bi çîyayê çûn. Dilêver şev û rojan xwe li paş zinaran vedişart û li benda firseteka wisa bû. Dilaver ji nişkê va ji xewê şîyar bû û ji xwe ra got: “Ev dem ne dema raketinê ye. Dema tolhildanê ye.” Loma tilîyên wî çûn ser maşeya tifengê û gule berdan. Dengê guleyan derket û gule lêketin ser sîngê wan du jandarmên bedkar û ew ketin ser erdê. Dilêver kêr ji kemera xwe derxist û serên wan bênamêsan jê kir û di nava torbeyê avêtin û ber bi konan çû ku nîşana hemû gelê xwe bide.

Wî serên xwînî yên wan du jandarman li şivekî girêdan û ew li ser gora Perîşanê daliqandin daku ew bibin nîşaneyên namûsperestî û tolhildana wî. Êdî ti kar û barên wî tinebûn û karê ku ji dil xwestibû kiribû. Tolhildan….

Êvara wê rojê Dilêver dest da destê keça xwe Mircanê û ji wir dûr bûn. Wan di nava çîyayê da şkeftekê ji xwe ra dît û xwe di nav da veşartin. Jandarman ji bo serê birrî yê Dilêver xelat danî û şev û rojan li pey wî gerîyan û ew şopand. Lê Dilaver û Mircan, di demsalên payîz û zivistanê da li nav çîya û şkeftên Hezarmeçîtê , jan û serma û berf û baran û birçînê hemilandin û ji ber dûrî û cidayî ji dayîk û hevjînê hêstir rijandin û girîyan.

Bû Newroj û Dilaver şevane ber bi Çinaranê çû belkî bi alîkarîya hevjîna hevalê xwe, damanek ji mexmelên sor û bedew bo Mercanê bidûre û bi lêkirina wê êş û kula bêdêbûnê ji bîr bibe. Mircanê ew cilûberg nû û rengîn li xwe kirin. Çiqas jî ew cilûbergên xweşik lê dihatin.

Yekem şeva sala nû hat û Dilaver û Mircan bêxanî, li ser tendûra Kelbelî rûniştibûn û leşên xwe yên cemidî û sermajo di germayê agirê nîvtemirî da germ dikirin.

Dilêver dest kişande ser gulîyên Mircanê û keça xwe ya biçûk û xweşik perixand û jê ra lo kir belkî rakeve. Lorik û lorandina Dilêver hîn xilas nebûbû û Mircan di xewa şîrîn da ku ji paş dîwarê mala Kelbelî dengê guleyekê ji tifanga jandarmekî derket û piştra dengê axîn û şewitîna Mircanê çû jor û weke balindeyeke baskşikestî kete nava tendûrê û cilûbergên wê yên rengîn bûn xwînî û agir pêket û ew şeweitî û can jê kişîya.

Dilêver ku ew deng bihîst, di tarîtîya şevê da tifanga xwe hilanî û hawar kişand û got: “ey namêrino, qirêjno, kujerino, xwînrêjino, bêîmanino!!! we keça min a delal kuşt. Leneta Xwedê li we. Ez we dikujim. Eger hûn mêr in ji penahgeha xwe derkevin.”

Hîn hawara Dilaverî xilas nebûbû ku guleyeke din li ser sîngê wî ya xemgîn rûnişt û ew jî wekî keça xwe kete nava tendûrê û ser leşê Mircanê û wisa bû ku şermeke din a qirêj bi navê memûr û jandarmên me di dîrokê da qeyd bû.
Lêbelê Perîşan û Dilaver û Mircan hîn ku hîn e navê wan di dîroka Kurdên Xorasanê da zindî ye û wan ji xwe ra cihekî mezin di nava dilê xelkê da çêkirîye û ew hertim xwedî straneka mayinde û bêhempa di mûzîka Kurmancî da û li ser zimanê Kurdan in.

Beşek ji strana Mircan ji zimanê Dilêver ku ji alîyê dengbêjên Kurmanc li Xorasanê hatîye xwendin:
“Ji dest cebrê wan emnîyan, hîrî bûnê em li çîyan
Ew ji Xwedê netirsîyan way derdo Mircan Mircan qîza min
Mircan Mircan qîza min, rakev li hembêza min
Teqafil da nê ber guleyan, gulêk lêket je nav pîlan
Kete tendûra kelbelî way derdo, goşt û postê wê lê kelî”

Werger ji Farsî: Mihemed Teqevî 
E-name: Mohammadtaqavi@yahoo.com
Cih: Îran, Xorasan, bajarê Şîrvanê
Lîsansa bilind a zimannasîyê, zanîngeha Bîrcendê(Îran)

 

Nîşe: Ev çîrok wergirtî ji pirtûkeka Farsî bi navê “Hêzar û yêk şebê Kurmanc” bi nivîskarîya birêz Kelîmolla Tevehudî ye.

Navê straneka folklor a Kurdên Xorasanê ye ku wek çîrok û helbest hatîye strandin. Ew stran bi du zimanên Kurdî û Farsî li ser zimanê xelkê di civakan da berbelav bûye.

Bajarekî ji bajarên Xorasanê(Bakûr-Rojhilatê Îranê)
Navê silahek(çek) e
Navêçîyayekî li alî bajarê Deregezê(bajarekî Xorasanê)

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply