Pêncşem , Tîrmeh 18 2019
Destpêk / Folklor / “Strana kurdî rasyonel e”

“Strana kurdî rasyonel e”

Lêkolîner û nivîskar Yaşar Kaplan ku ji navçeya Çêlê ya Colemerge heta niha bi dehan gotar û makale û çend pirtûk li ser çand û kultura kurdî nivîsîne. Herwiha Kaplan wan xebatên xwe yên di derbarê edebiyat û folklora kurdî de belav jî kirine. Lêkolînerê Kaplan der derbarê xebatên xwe de ji BasNûçe’yê re axivî. Kaplan giringiya stran û dengbêjiya kurd bi bîr dixe û tîne ziman ku stran û dengêbiya kurdî pişta xwe dane jiyanê û rasyonel in.

Nivîslkarê kurd ê heta niha li gelek zanîngehan li ser çand û edebiyata kurdî kar kiriye xwe ji xwînerên BasNûçe’yê re wiha dide nasîn: “Ez di sala 1981’ê li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê ve hatime dinê. Di sala 2004’ê ji Zanîngeha Selçukê ya Konyayê Beşa Îlahiyatê der çûme. Min du lisansên bilind xelas kirine. Yek di warê dîroka ayînan da li ser Ezdiyan e, ku ji Weşanên Nûbiharê de bi navê “Günümüz Yezidiliği” çap bûye. Ya din di Zanîngeha Yüzüncü Yılê ya Wanê di beşa kurdi de bi navê “Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn Lêkolîneke Edebi û Dîrokî” ye. Niha li Zaningeha Ankara di beşa Dîroka Ayînan de li ser Nastûriyan teza doktorayê dikim. Û herwusa vê gavê jî li Zanîngeha Hakkariyê Beşa Îlahiyatê di Beşa Dîroka Ayinan” de weki “Peywirdarê Lêkolînê” dixebitim. Ez li ser sê babetan dixebitim; dîroka ayînan, folklora kurdî û dîroka kurdan. Di van waran de nivîs û meqaleyên min hene.”

 

“Kurd ji bo kultura xwe tevnagerin”

 

Di berdewamiya axaftina xwe de lêkolîner, Kaplan balê dikşîner ser xebata berhevkarî çand û kultura kurdî jî û tekeziyê li ser wê yekê dike ku karê xebatên berhevkariyê ji aliyê sazî û zankoyan ve bê kirin û wiha berdewam kir: “Heke kurd van her sê cewheran jînde bikin dê hem bikarin taybetiyên xwe yên netewî biparêzin hem jî dê bikarin ziman û edebiyateke xurt û modern ava bikin. Ev e ne çend kesan e. Ev e karê dezgeh, sazî û zanîngehan e. Lêbelê em kurdên Bakur heta dereceyekê ji van tîştan bê par in. Lewra me di halê xwe de dest bi xebata komkirina folklor û kelepora devera xwe Hekariyan kir. Kurdan çavên xwe li polîtîzebûneke hişk û naveroka wê ya ji kurdîniyê vala, zil kirin. Siyaseteke ew çend xurt meşandin ku vê siyasetê kurdînî ji bi rê bir. Bi kurtî kurd gehiştin wê astê ku ji bo kurdîniyê dê xwe bidin kuştin, lê belê ji bo kurdî axaftin û li çand û kelepora xwe xwedi derkeftinê xwe ji cihê xwe nalivînin. Heke kurd bixwazin wekî milletekî kevnare di vê serdemê de li ser piyan bimînin divê li ziman û çanda xwe xwedî derkevin û hînî nifşên nû bikin. Me jî bi van mebestan komkirin û parastina kelepora kurdî wekî erkeke netewî dît û me dest bi xebatê kir.”

 

 

“Stran formeke qedîm a folklora kurdî ye”

 

Nivîskar û lêkolîner Kaplan bale dikşîne ser xebata xwe ya li ser stranên kurdî jî û di derbarzê nezma stranan de zanyariyan jş dide. Nivîskar Kaplan amaje li ser wê yekê jî kir ku stran û helbest formen herî qedîm ê folklora kurdî ne û wiha pê de çû: “Di edebiyata kurdî ya devkî de di beşa nazmê da cûreya ji hemiyan dewlementir stran e. Peyva “stran” ji gotina “stirîn”ê tê. Stirîn ji bo gotinên bi rîtm û selîqe têne gotin tê bikarînan. Helbest û stran; ji aliyên bi hêsanî afirandinê, kurtvebêjiyê, derbirîna hest û boçûnan, zûbelavbûne û mayîndemanê gelek destxweş in. Ev herdu formên edebi kevintirîn formên edebi ne di nava her milletekî de. Stiran û muzîkê cihekî gelek taybet di nava civaka kurdî de heye. Mûzîk û stran ji ber du taybetiyên mirovî yên xweristî derkeftine meydanê: êş û şahî. İnsanî her tim xwestiye yekî din bi êş û şahiya xwe bihesîne, bike hevalê êş û şahiya xwe. Lewra kurdên ku belkî ji hemî milletan pitir rengên êş û şahiyên cuda cuda dîtî xwestine rewşa xwe, bi vî awayî ragihînin. Ev e jî bûye sebebek ku stran cihekî gelek taybet di civaka kurdan de bigire.”

 

 

“Di stranên kurdî de aheng û rîtm heye”

 

Li aliyê din Kaplan du derbarê kêşe û serwa stranên kurdî jî e zanyariyan bi xwînerên me re parve dikî û tîne di stranên kurdî de rîtm û ahengeke rengîn heye û wiha berdewam dike: “Strana kurdî gelek taybetiyên xwe hene. Heke em bi kurtî bibêjin strana kurdî bi du awayan hatiye honandin: strana serbest û bi kêşe. Heke rêz (rist) û malikên (bendên) stranan de kêş û qafiye herdû hebin ev e strana bi kêşe ye. Heke kêş nebît û serwa hebe ew jî strana serbest e. Kêş, sîstema birîtimkirin û hemahengkirina rêz û malikan e. Kêş û rîtîm li dor maweyekî destnîşankirî dizivirin û ji tuxîbên xwe derbas nabin û hevra ahengekê diafirînin û ev çende hozanê ji pexşanê cuda dike. Serwa jî lihevhatina dengên dawiya her rêzeke malikê ye. Dubarebûna dengan awazeke taybet bo hozanan çêdike û bi harîkariya kêş û rîtîmê ve ahengekê pêk tîne.”

Di berdewamiya sohbetan me de Kaplan cureyên stran û zargotina kurî jî bi bîr dixe û wiha rêz dike: “Piraniya stranên kurdî li ser malikên sêrêzî hatine avakirin. Heke bendên strana serbest bi dehan rêzan pêk bê hingê dibêjine vê stranê “strana nijandî an jî strana çîrokî.” Heke bi kurtî navên strana kurdî bibêjîn; dîlok, dûrik, lawje, kilam, lawik, delal, heyranok, payîzok, xizêmok, rûbarîn, narînk, sere zava, şeşbendî, berîte, peste, zêmar, laylayê, lorik, serêlîk, medîhe, stranên zarokan, stranên helkeftan….”

“Di stranan de serdestiya jinan heye”

Herwiha nivîskar Kaplan amaje li ser wê yekê jî dike ku strana kurdî pişta xwe daye, jiyan ê û ew rasyonel e. Kaplan rola jina kurd a di zargotinê jî bi bîr dixe û eşkere dike ku serdestiyeke jinan di stranan de heye û wiha berdewam dike: “Bi rastî formen stranan û selîqa dengî li hemî Kurdistanê nêzîkî êk in. Lê bele dîsa hinek cûre di hinek herêman de zêdetir tene gotin. Ev cihêbûn jî ji ber cudahiya coxrafya, iqlîm û awayê civakî ye. Wextekî asta strana kurdî ji gotinên “bejna bilind çavên belek” wêvetir nebû. Lê bele vê gavê hunermendên hêja derkeftine. Hêdî hêdî li kelepora xwe zivirîne û li ser qadê stranan kom dikin û bi awayekî nûjen dibêjin. Lê bele dîsa strana polîtîk û ajîtasyonê hêj serdest e. Hinek birên starnê ber mirinê ne. Mesela şeşbendî û berîte. Divê hunermendên me li van jî bizivirin. Naveroka stranan jiyan e. Strana kurdî straneke wêrek, xurt û vekiriye. Stirana kurdî gelek kûr û derûnî nîne, servekî ye. Realîst û rasyonel e. Tiştê balkêş eve ye ku strana kurdî de serdestiyeke jinan heye. Tiştên ku jin bi axiftinê bibeje eyb dihate dîtin, di stranê de bi avayekî vekirî tê gotin. Girîngtirîn jêderekî ziman û edebê kurdî stran e.”

Di dawiya sohbeta me de Kaplan behsa giringiya dengeêjî û stranbêjiya kurdan jî dike û radigîne ku rola stanan di standardizasyona kurdî jî de heye û axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Çimkî strana kurdî bi kurdiyeke resen, rewan hatiye honandin. Gelek peyv û gotinên ber mirinê bi xêra strana kurdî ji nemanê rizgar bûne. Her wisa strana kurdî ji bo standartbûna zimanê kurdî roleke mezin leyîztiye. Bo dewlemendkirin û karîgerkirina kurdî di medya û perwerde û zanistiyê de roleke mezin ya stranê heye. Ji ber vê yekê jêdereke girîng e bo pêşvebirin û parastina ziman û edebê kurdî.”

Basnews

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Mela Huseynê Bateyî û Mewlûda Kurdî

Mela Huseynê Bateyî Melayê Bateyî di edebiyata kurdî ya klasîk de piştî Ehmedê Xanî xwedî …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *