STÊRA KARWANKUJ Û SERPÊHATIYA WÊ

Bêguman gelek stêr li asîmanê banî hene.
Navê piraniyan wan bi kurdiya kurmancî heye.
Lê mixabin piştî rûxandina pênc hezar gundên Bakûrê Kurdistanê û heşifandina ciwanîn Kurd li gund û bajaran ji aliyê Kemalîzmê ve, ew nav jî êdî wenda dibin û wendabûne.
Berê gundî, xasma jî şivanên gundan û karwanvanî, navê hemû stêran dizanibûn. Lê niha şivantî jî daketiye pileya herî kêm û jixwe karwantî bi temamî qediyaye.
Navê Stêra Karwankuj yê rastî, Stêra Sibê ye.
Stêra Karwankuj di destpêka meha Tebaxê de tê xuyakirin û heta pênc-şeş mehan didome.
Piştî xuyakirina Stêra Karwankujê, stêreke din jî derdikeve û ew jî wek Stêra Karwankujê bi ruhnî ye. Navê wê stêrê jî, Stêra Karwankar e. Ji wê re Stêra Sibê jî tê gotin.
Ji wan herduyan zêdetir, stêreke din jî bi navê Qorix heye û di meha Tebaxê de derdikeve. Hingê dema çêbûna zebeşan e.
Lê piştî ku rûdaneke xwîndar hatiye serê karwanekî, piştre navê wê Stêra Sibê, bûye Stêra Karwankuj.
Îcar ew nav kengê guheriye û ew rûdan kengê çêbûye, hêjî nehatiye zanîn.
Berdestî sibehê dema Stêra Karwankuj derdikeve, karwanvanî derdikevin rê.
Şivan jî dema Stêra Karwankuj dibînin, kerî ji mexel radikin û dibin diçêrînin.
Karwanên ku berê li Kurdistanê li riyên herîmên deşt diçûn, bi piranî heywanên mîna huştir û keran bi kar dianîn.
Lê dema li riyên herêmên çiyayî diçûn hesp, hêstir û kerên Şamî bi kar dianîn.
Li ser navê Stêra Karwankuj, du çîrokên cuda hene ku têne gotin:
. Karwanek bi stêrkeke geş hatiye xapandin û derketiye rê, lê bi riyeke şaş ve çûye û rêbir ketine pêşiyê û karwanvaniyan tev kuştine. Ji wê demê ve ye ku navê Stêra Sibê bûye Stêra Karwankuj.
. Karwanvaniyan stêrkeke geş dîtine, pê xapiyane û derketine rê, li wan bûye berf û bager, hemû karwanvanî digel heywanên xwe mirine. Ji wê demê ve ye ku navê Stêra Sibê bûye Stêra Karwankuj.
Çîrokeke din jî bi navê ”Çivîka wîtwîtanî, te mala xwe xirakir û ya min jî li ser danî” heye ku di rengê vê serpêhatiya karwanî de ye.
Bi hêlviya ku ciwanên me yên ku di Beşên Kurdî de dixwînin, lêkolîn li navên stêrkan bikin û têxin nêv Ferhenga Kurdî.
Her şad û bextewer bin…
Zeynelabidin Zinar
19/ 12/ 2020,

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply