Stenbol Amadekarîya Festîvala Fîlmên Kurdî Dike

Yekemîn Festîvala fîlmên Kurdî li Stenbol tê lidar xistin, festîval dê bi pêşengîya “Mezopotamya Sînema” di navbera 06-10ê Adarê bê kirin.

Derhêner Huseyîn Tabak bi fîlma “Çîrkîn Kral Efsanesi”, Sehîm Ömer Kalîfa bi fîlma “Zagros”, Hûseyîn Hasan bi fîlma “Reşeba”, Ender Ozkahraman bi fîlma “Zor bir karar” Veysî Altay bi belgefîlma “Bîr” (Kuyu). Herwiha ji Rojava jî filîm beşdarî festîvalê dibin. wekî din nêzîkî 30 filîm hene ku beşdarî festîvalê bûne û wê bên nîşandan.

Hemû fîlm dê li salona Mezopotamya Sînemayê werin nîşandan. Armanca mihrîcanê ew e ku sînemaya Kurdî pêş bikeve.

Ji Sînemaya Mezopotamya Derhêner Veysî Altay li ser mihrîcanê axifî.

“Bi taybetî temayek ya mihrîcanê tuneye. Jiber ku gelek fîlmên li Stenbolê nehatine nîşandan hene. Naverok û mijarên cûda hene. Fîlmên li Rojhilat, Bakur, Başur, Rovaja, Ewrupa û ji welatên din hene. Li bajarê Stenbolê gelek Kurd dijîn. Demên dawî de sînemaya Kurdî, fîlmên Kurdî ne tenê li Stenbol, li Tirkîye bi giştî qadeke nîşandan û rewacê nabîne, rewşa siyasî ya li vî welatî sedema herî serekeye ku sînema Kurdî li Tirkiyê di rewşek ne baş de ye, li ser gelek fîlman sansûr heye, bi taybet li ser film û sînema Kurdî zêdetir heye.”

Teybetmendîyeke din ya vê mihrîcanê dê 8ê Adarê tenê filmên derhênerên jin werin nîşandan.

“Ji ber ku 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye taybet fîlmên derhênerên jin dê wê rojê werin nîşandan. Dîsa rojên din jî filmên jinan dê werin nîşandan. Nêzîkî 30 fîlman hene, ji hejmara filmên beşdar derênerên 15’ jin in, yan jî naveroka wan filman li ser jina ye.”

Altay dibêje, ji ber ku temaşavan êdi sînemaya Kurdî daxwaz dike û derhênerên sînemaya Kurd zêde dibin û qada sînemaya Kurdî mezin dibe êdî divê em sînemaya neteweyî  hêjî zêdetir pêş bixin.

Bername ya Festîvala Fîlmên Kurd ya Stenbolê jî hat amedekirin û weşandin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply