Sputnik Kurdistan
Sputnik Kurdistan tê girtin

Spûtnîk Kurdistan Divê Neyê Girtin

Silav û rêz şopînerên hêja…Spûtnîk Kurdistan dawiya vê mehê tê girtin. Em wek şopînerên Spûtnîk Kurdistanê ji cenabê we daxwaz dikin hûn ligel nameya jêr têbiniyên xwe binivîsin û ji van mailan re bişînin.

  • ministry@mid.ru
  • pressclub@rian.ru
  • media@rian.ru

Ji bo eleqeya we spas.

Li ser meseleya ku wê Sputnîk Kurdistan bê girtin.

Rêzdar Serok Putîn û Serkirdeyên Rûsyayê,

Me bihist hûn dixwazin Spûtnîk Kurdistanê bigirin, heta niha ji ber vê xebatê me qîmetek mezin dida we, û me di got hikumeta Rûsyayê di qada navdewletî de xwediyekî kurda ye. Û em bi we re serbilint û şanaz dibûn.
Lê mixabin me bihist ji aliyê Rusyayê ve tê daxwazkirin ku beşa kurdî ya Spûtnîkê werê girtin.
Em ji ber vê biryarê di serî de pir xemgîn bûn û hevîyên ku ji bo Rûsyayeke demokratîk me di dilê xwe de dihewandin pir êşîyan.
Wek kurdekî ku li ser mijarên kurd, kurdî û kurdistanê serê xwe diêşênê ez ji we daxwaz dikim ku hûn vê biryara xwe paşve vekişînin û kurdan ji vê çavakaniya girîng ya nûçeyan Sputnîkê bêpar nehêlîn. Da ku kurd hezkirina ji bo we ji dilên xwe dernexin.
Bi slavên germ ez we hembez dikim.
Şopînerekî Sputnîk Kurdistanê

Derbar Rêvebir

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply