jîn im bihar im
jan im dizar im
çem im bê av im
nexş im bê tav im
ewrên reş tarî
dil lihevketî
lehî tên lehî
dibin birûsk tên
beyar namîne
lê bê evîn e
axa sorşilî
bê bexte li wir
derz dibe berxêm
lewma bi xem im
têve diçin xwar
bi potên spî
ne ku xeyal e
mija hişê min
biharek borî
ewle lê nayê
Adar qulibî
bi dilbirînî
deşt û newalên
warêm hêj şil in
18 Adar 2003
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014