Şorbeya Tutmaşê

Tutmaş cureyek şorbeya ji mast e ku ji hevîrê çargoşeyî tê çêkirin. Xwarineke pêjgeha Kurd û pêjgeha Îranê ye. Ev şorbe derbasê Romiyan (Tirk) jî bûye û jê re tutmaç an Sakalasarkan dibêjin.

Şikevaya tutmaşê bi payîzê tê amadekirin, hişkkirin. Divê şikevaya wê tenik be. Wan li ber tavê hişk dikin. Li Çewlîg, Ezirgan, Xarpêt û gelek deverên Sêwas, Erzîromê zivistanê di taştêyê de dianîn ser destexaneyê (sifre).

Naverok

1 Şorbeya Bîngolê
2 Xwarina tutbirkan e
3 Ferhengoka tutmaşê
4 Berkelî (melzemeyê xwarinê)
5 Amadekirina kerîneka xwarinê
6 Çêkirin

Şorbeya Bîngolê

Tirk wekî tevahiya xwarin-vexwarinên Kurd, Fars, Ermenî, Asûrî, Ereb, Balkanî û wd. tutmaşê jî wekî xwarineke Tirkan didin nasandin. Herwiha wekî şorbeyeke Tirkan bipatent kirine. Li Serhed, Dêrsimê didin ser. Bi taybetî li parêzgeha Bîngolê gelek tê xwarin. Mirov dikare wekî xwarineke Bîngolê jî bikategorî bike.
Xwarina tutbirkan e

Bêjenasê dîrokî Mahmud al-Kaşgarî (* 1008;  1105) di pirtûka xwe ya navdar Dîwān lughāt at-turk, rûpel 452-453’ê de nivîsandiye ku ev ne xwarineke Tirkan e, Tirkan paşê ew dîtine. Al-Kaşgarî wiha dibêje: “Piştî ku Tirkan ev xwarin naskirin jê re gotin “tutmaç” lê rastiya wê “tutimaaş e” “.

Tut, di lîstik, pêşbirkan de kesên windakirine re dibêjin. Li hin deveran ji tut re mastxwir jî dibêjin. Bi taybetî di lîstikên zarokan de armanc serkeftin e, xelat e. Tutkirin, dîskalîfiyekirin e.

Ji ber ku ev xwarin gelek bitehm e, çawa ku di salên 1970yî de li bakurê Kurdistanê ciwanan li ser peqleweyê tut digirtin (diketin şertê) bi sedan salan berê jî li ser vi ya tut dihatiye girtin, şert dihatiye girtin. Kê biser biketa, yan koma bi ser biketa ev şorbe qezenc. Paşpirtika +aş ji xwe di wateya xwarinê de ye. Ango xwarina (aş) tutgirtinê, tutkirinê.

Ferhengoka tutmaşê

Tut, têkbirin, dîskalîfiye, di pêşbazî û şertgirtinan de têkbirina dijber
Tut(ik), kesên astengiya wan a axavtinê hene, hinekê vin
Aş, xwarin
Aş, hêre, ayre, alavê hêrandinê
Aşik, mîde, hûr
Aşxane, xwaringeh
Aşpêj, kesên xwarinê amade dikin

Ravekek ji herêma Serhedê:
Berkelî (melzemeyê xwarinê)

1/2 kg mastê parzûnkirî
1/2 kg tîkegoşta mihê
1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
6 dd (dendik) sîr
1 hêk

Ava xaşandinê:

5 SA (stekana-qedeha avê) av
1 KŞ xwê

Hevîrê wê:

1 hêk
Li ser daxwazê kêm am hinekê zêde ard (arvan)
1 KÇ (kevçiyê çayê) xwê

Bo kerînekê:

1/2 KÇ xwê
1 hêk
3 KX (Kevçiyê xwarinê) rûnê malê
Kêm an li ser daxwazê zêde, ard

Amadekirina kerîneka xwarinê

Hêk, ard û xwê tevlîhev bikin, tev bidin. Ango hevîr bistrên. Di forma tiliyê (bêçî) de vekin, bigindirînin. Hûrik hûrik, wekî nîskê bibirrin. Van glolikên xwe di nava rûn de biqijilînin.
Çêkirin

Ji ard, hêk, av û xwê hevîrekê karkarîkî, kerînekî amade bikin. Di binê çatekê şil de bi qasî 20 deqeyan bihêlin û şikevayan (stûrî 3 mm) çêbikin. Şikevayan di forma rişteyê yan jî çargoşekî de bibirrin. Şikevayan di şoravka 5 SA avê de bixaşînin.

Îcar jî goşt amade bikin. Tîkegoştê bixaşînin, kefa wê bigirin. Heya nermijî bû bikelînin. Ava ji bo xaşandina şikevayê ye bînin, mast, sîra kutayî û yek hêkeke xavî tevlî bikin, tev bidin.

Quşxaneyekê de goşt (bi tevî ava xwe), şikevayê tevlîhev bikin. Kelekê pê bînin. Kerîneka we amadekiriye berdin navê.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply