MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 4 kesan
*Şîr: 2 qedehên avê
*Av: 2 qedehên avê
*Birinc: Nîv qedehê avê
*Şekir: Qedehekê avê
ÇÊKIRINA ŞORBEŞÎRÊ
Av û şîr bixin beroşekê û tev bidin. Beroşê bidin ser êgir heta ku bi kelê ket li hev bidin. Dema şîrê we yê avê hatiye ronkirin bi kelê ket, birincê û şekirên xwe berdin navê, li gorî tehm û ekla xwe tîrbûn û ron bûna wê bi ava kelandî eyar bikin heta birincê we pijiya. Paşê şorbeşîra we kelîya deynin erdê û şorbeşîra xwe têxin kaseyen û bi sar serwîs bikin.
Noşî can be