Çarşem , Tîrmeh 17 2019
Destpêk / Agahî-Nûçe / Şopa Şêx Seîd Efendî şopa azadiya Kurdistanê ye

Şopa Şêx Seîd Efendî şopa azadiya Kurdistanê ye

Şêx Seîdê Paluyî ku di cîhanê de wekî pêşengê Raperîna Şêx Seîd tê zanîn; di salvegera darvekirina xwe ya 94’an de li Diyarbekirê hat bibîranîn. Bernameyên bibîranîna Şêx Seîd Efendî û 46 hevalên wî, hem ji aliyê komeleyên olî ve hem ji aliyê partiyên siyasî û Kurdî ve hem jî ji aliyê endam û rêveberên Komeleya Şêx Seîd ve bi girseyî derbas bûn. Rewşenbîr û siyasetmedarên ku Şêx Seîd û rêhevalên wî bi bîr hanîn; dibêjin doza Şêx Seîd Efendî doza Kurd û Kurdistanê bûye û rêça wî daniye dê her berdewam be.

Rêveberên Komeleya Şêx Seîd, bi bernameyeke têr û tijî; salvegera 94’emîn a darvekirina Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî bi bîr hanî. Di bernameya bibîranînê de ji bilî axaftinên destpêkê, serpêhatiyên raperîna 47’an ango Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî jî bi zarê dengbêjiyê hat vegotin. Bername ji aliyê girseyeke mezin ve hat pêşwazîkirin. Di nav bernameyê de ji bilî axaftin û bilêvkirina serpêhatiyên serdemê; panel jî hat pergalkirin. Yek ji beşdarên panelê, parlementerê HDP’ê yê Rihayê Nîmetûllah Erdogmûş bû. Erdogmûş da zanîn ku doza Şêx Seîd Efendî bi destê nifşên nû her dem hatiye şopandin û ew ê her dem bidome.

Parlemanterê HDPê Nîmetûllah Erdogmûş ji K24ê re got: “Ew rêya ku Şêx Seîd Efendî nîşan daye, ew rê dewam dike. Carinan ew rê teng dibe, carinan fireh dibe, carinan wekî tofanê çêdibe, rê wenda dibe lê belê ew nexşerê a niha jî berdewam e, roj bi roj jî zêdetir bandora xwe nîşan dide.”

Raperîna 47’an! Ango raperîna Şêx Seîdê Paluyî û 46 rêhevalên wî ku li ser doza maf û azadiyên Kurd û Kurdistanê bû; di Sibata sala 1925’an de dest pê kiribû û di Nîsana 1925’an de bi dawî hatibû. Ev raperîn, wekî raperîneke demkurt derbasî qeydên dîrokê bûye lê belê bi bandora xwe li qada cîhanê, dengekî berz vedaye. Rêveber û endamên Partiya Azadiya Kurdistanê PAK’ê jî bi heman armancê bernameyekê li dar xist. Axaftvanê bernameya li PAK’ê jî nivîskar û lêkolînerê Kurd Kerem Serhedî bû. Serhedî ji bo beşdaran; bi belgeyên resen qala raperîn û encamê kir. Kerem Serhedî jî got; Şêx Seîd Efendî bi mebesta doza mafên Kurdan û Kurdistanê kiriye.

Nivîskar û lêkolîner Kerem Serhedî ji K24ê re wiha axivî: “Şopa Şêx Seîd Efendî, şopa azadiya Kurdistanê ye. Ev tevger tevgera mirovekî nîn e. Ev tevgera temamê Kurdistanê ye. Serok, eşaîr, şêx û begen Kurdan, di 1921’ê de Cemiyeta Azadiyê damezirandine û ev hereket jî hereketa Azadiya Kurdistanê ye.”

Komeleyên oldar jî ji bo bibîranîna Şêx Seîd Efendî daxuyaniyeke girseyî da û bi tekbîran bi bîr hanî. Lê ji ber ku di vê bernameyê de tenê kesayeta Şêx Seîd Efendî a olî hat destnîşankirin; ev yek rastî rexneyan hat. Nivîskar Îbrahîm Guçlu li ser vê helwestê da zanîn ku; Şêx Seîd Efendî kesayetek oldar bûye lê belê ji bo neteweya xwe têkoşiyaye.

Nivîskar Îbrahîm Guçlu got: “Di dadgehê de jî gelek vekirî ye. Ji bo ku Kurdistaneke serbixwe xwestiye, hatiye dadgehkirin. Lê ji xelkê re gotine ku ji ber ku ev li dijî olê ne hatine dadgehkirin. Gelek vekirî ye, mehkeme dibêje ku Şêx Seîd û hevalên wî li dijî ol û îslamiyetê ne. Ji cîhanê re jî gotine ku ev îslamî ne, ne pêşverû ne, lê di dadgehê de diyar e, ev ji bo daxwaza Kurdistaneke serbixwe hatine darizandin. ”

Di gelemperiya bernameyên bibîranîna Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî de ku li Dergehê Çiyê ya Diyarbekirê hatibûn darvekirin, hem daxwaza cihê gorên wan hat kirin hem jî hat ragihandin ku di nav rêhevalên Şêx Seîd Efendî de ji mîrê Êzîdiyan heta keşeyê dêran gelek kesên xwedî ol û baweriyên cuda hebûne û ev jî nîşaneya vê yekê ye ku ew doz ne doza olî, doza Kurd û Kurdistanê bûye.

 

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Li Sineyê 30 kesayetên Kurd hatin xelatkirin

Hunermendê Kurd Mezher Xaliqî di dema wergirtina medalyaya rêzgirtinê ya Kongreya Navdarên Kurd de li …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *