Slav li ser te be ey Xweda!

Slav li ser te be ey Xweda!

Rojekê Behlûl çû cem xelîfe û bala xwe dayê ku xelîfe li ser textekî bilind rûniştiye û maiyeta wî jî tev li dora wî, li piya sekinîne.

Behlûl çawa gihişte cem, got: “Slav li ser te be ey Xweda!”
Harûn got: “Ez ne Xwedê me!”
Behlûl got: “Slav li ser te be ey Cebraîl!”
Xelîfe got: “Ez ne Cebraîl im jî.”

Pişt re Behlûl got: “Ey mirov, madem ku tu ne Xwedê yî û ne jî Cebraîl î, çima tu çûyî li cihekî ewqas bilind rûniştiyî? Ger tu rast dibêjî, wê demê hinekî dakeve jêr û di nav civatê de rûne!”

Ji bo behtir xwendina cîrokên Behlûlê Dîwanê hûn dikarin pirtûka ku bi navê “Henek û Çîrokên Şîrîn ên Behlul Dîwane” ji weşanên nûbiharê derketiye bidest bixin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply