Siyasetmedarek, Nivîskarek û Hin Şoreşgerên Deştî

Rojekê em çend heval li saziyekê bûn û me sohbet dikir. Mijara sohbeta me jî, pişaftina Kurdan bû.

Çend lehengên bajarî yên ronak(!), mîna şoreşgerên li deştê tiştên pir xweş digotin, weke: ”Pişaftin sûcê mirovatiyê ye. Divê em li dijê pişaftinê derkevin.”

Van Kurdên leheng, sohbeta xwe jî bi zimanê dagirkerên xwe dikirin! Di nava wan de siyasetmedarekî Kurd û nivîskarekî Zimanê Kurdî jî hebû. Yên din jî şêrgele bûn! Min jî xwest fikra xwe bibêjim û min dest pê kir…

– Ez bawer nakim ku em dijê pişaftinê bin. Eger em dijê pişaftinê bûna, niha me dê bi zimanê xwe sohbet kiribûya. Em hêj nehatine wê astê û em ne rewşenbîr in. Kesên ku dijê pişaftinê bin, bi zimanê xwe dipeyîvin û hînê zarokên xwe jî dikin. Tiştekî pir seyr e ku em zimanê xwe hînê zarokên xwe nakin. Ew kesên zimanê xwe hînê zarokên xwe nekin nikarin li ser pişaftinê bipeyîvin. Ji ber ku ew xwe bi xwe, pişaftinê dikin û ez ji kesên wisa re jî rêz nagirim. Ez guhdariya wan dikim, lê gotinên wan vala ne û ew kes ji min re kesên bêkêr in…

Heta hingê min nizanibû ku zarokên wan bi kurdî nizanin. Lê dema ku bertek nîşanê min dan, hingê min fêhm kir. Yekî ji wan jî zarokên xwe hînê Zimanê Kurdî nekirine. Piştre dest bi êrîşên xwe jî kirin û yê siyasetmedar got:

-Tu nikarî wiha bibêjî! Ma em li Tirkiyê najîn? Ma tu nabînî ku dewletê zimanê me qedexe kiriye? Ka em çi bikin?

Ez:

– Ez li ser gotina xwe me û gotina xwe naguhêrim. Eger hûn bixwazin ez ê dîsa dubare bikim hew. Rast e li ser zimanê me qedexeyek heye, lê em dikarin li mala xwe zimanê xwe hînê zarokên xwe bikin. Kesî negotiye di mala xwe de bi Zimanê Kurdî nepeyîve. Ev kêmasiya me ye ku em di mala xwe de bi kurdî napeyîvin û zimanê xwe hînê zarokên xwe nakin…

Ê din (Nivîskar) jî weha gote min:

– Çima tu wisa dibêjî? Tu neheqî dikî. Ma bila zarokên me hînê tirkî nebin? Ma dibistanên me hene, sûcê me çi ye?

Ez:

-Gotina min ev e ku hûn kurdî dizanin, kesê kurdî bizane dikare hînê kesên din jî bike. Derfetên me hene ku em çand û zimanê xwe hînê kesên din jî bikin. Eger hûn vê jî nikaribin, ez jî rêz ji we re nagirim. Ji ber ku hûn dibêjin em dijê bişaftinê ne, lê hûn tiştekî li dijê bişaftinê nakin… Li wirê pir bertek nîşanê min dan. Lê ez mijarê dirêj nakim.

Bi kurtî ger bêjim siyasetmedar, nivîskar û zanayên me, nezan in û tiştên rast nakin, ji tiştên rast jî hez nakin. Eger rêberên me rast bûna û riya gund bizanibûna, niha em jî li gundê xwe û li ber sobeya xwe bûn…Hin gotinên pêşiyên me hene vê rewşê pir baş vedibêjin:

“Axayê me Silo ye, xwarina me çilo ye.”

“Axayê me Om e, xwelî li serê me kom e.”

-Aro ZARGO

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply