Caran ji caran rehme li dê û bavê guhdaran. Yek hebû yek tunebû li dewerekî şivanekî hebû û Kerîkî pezî wî şivan bi bilora xwe pezan beralî dikir û digot:
“Ez şivanê herî baş ez im.”
Rojek ji rojan gundîyan gotine “em ê di navbera şivanan de em ê pêşbazîkî amadebikin ji bû ku şivanê herî baş hilbijêrînîn.”
Roja pêjbazîyê şivanê derdorê gundan ji hatine. Gundî hemû pezan xweyî dikin, dibêjin: “Pezên kê qet avê wenexwin, li ser wê pirê derbas bikin ew şivana kezenç dike.”
Şivanan dor bi dor pezên xwe li ser pirê derbasdikin lê belê pezên wan diçin li ser avê û avê wedixwin…
Lê şivanê me yê zîrek radike bilora xwe û li bilûra xwe dixe, pez dikevin rêzê li ser pirê derbasdikin. Pezek tenê diçe li ser avê, avê wedixwe .
Gundiyan jê re dibêjin:
“Ka te digot ez şivanê herî baş im.”
Şivan jî dibêje: “Wê pezê mêjiyê wî qasî kakilê guza ye.” Radibin wê pezê serjêdikin. Mêjîyê wê derdixin mêjîyê wê ji dil jî mêjîyê wê qasî kakilê guza ye û şivanê zîrek kezenç dike…
Berhevkarî Ömer KAYNAK -Çandname
(Ew jî çîrokekî herema min e dêrûn )
(Cemîl KAYNAK- BISMIL /AMED)