Dûrika li ser zimên
Li tatik û zinaran
Ser lingekî dilîzin
Direqsin û dibezin
Tûrik li pişta wan e
Li ķar û berx şivan e
Îro dor dora wan e
Li biharê ber pez in
Dengê ava biharê
Dilorîne vê carê
Gul û gîha gulnarê
Li hemû mîh û bizin
Çêl û çivîk deng dide
Û şahiyê hildide
Dilê şivên xweş dike
Berx bi çêrê be mezin
Bo berx û ķarên biçûk
Şîr pêwist e wey pepûk
Bizan şivanê biçûk
Nû û narîn û naz in
Mustafa Rêzan
06.06.2017
Amed