Rojêk ji roja payizê
Şivanêk tê rast bêrî yê
Dil dikevê li wè der ê
Gazî dikê û dibêjê
Yek şivan got yek got bêrî
Gotin û li hev dinêrî
Ka em biner wê çi bibî!
Wê têk biçê kî berî kî..
*Şivan:
Heyla bêrîyê tu çilkezî
Li vî çiyayî çi digerî
Qam a tê kin lez dimeşî
Ne xerîbin tu dibezî
*Bêrî got:
Ey şivanê serê çiya
Destûr bide ji ber mî ya
Bi ter nabê zewk û sefa
Tu feqîr û jar ê Xweda
*Şivan :
Ez feqîrim belê jarim
Jar û perîşan , evdalim
Te dît îca ez dildarim.
Ji destê te ez dinalim
*Bêrî:
Wey evdalo , feqîr û jar
Ji mir nabê nê dost nê yar
Bi ter nîne namus û ar
Gazî bikim bêjim hewar
*şivan:
Eywax eywaz sed car eyqax
Te min kir bin erdê bi sax
Te ez kuştim kirim bin ax
Ji destê te sed car eywax.
*Bêrî:
Lo şivano ez zewcî me
Sê zarok bin konê me
Çawa bêjî bibim ya te
Eyb bi Xwede ji te şerm e
*Şivan:
Min biburî ne’b destê min
Heskirinêk ji dilê min
Lê bêrîyê tu xwişka min
Her rîya xwe ji bîr bik min
*Bêrî:
Zanim heskirin mirin e
Heskirin ji mi’r ne divê
Sê zarok û mêr li bendê
Her rîya xwe min bîr bike ..
***
Heskirin e pir bi zahmet
Agir û êş û bi hasret
Agir geş dikir bi dil ket
Xwedê bide herkes qewet.
***
**MİHEMED GERCEWSÎ**