Hunermendê Kurd ê navdar Şivan Perwer ji bo Efrînê straneke taybet got. Perwer di strana xwe de dibêje: “Haya dinyayê jê nîne, li welatê min bû şîn e.”
Şivan Perwer di starana xwe ya ji bo Efrînê de bal dikşîne ser şer û karesatên ku di van demên dawî de têne ser Kurdistan û neteweya Kurd û dibêje: “Haya dinyayê nîne, dîsa li welatê min bû şîn e, piştî Kobanî û Kerkûkê vê carê li Efrîn e. Efrîn e xweş Efrîn e, Efrîn bi tenê nemîne.”
Strana Şivan Perwer di demekê de ye ku roja şemiyê (20-1-2018) artêşa Tirkiyê operasyoneke li dijî Efrînê da destpêkirin û navê “Operasyona Çiqlê Zeytûnê” lê kir.
Operasyona Tirkiyê di roja xwe ya heftem de ye û Serokomarê Tirkiyê tekezî li ser wê yekê dike ku operasyon heta dawiyê dê berdewam bibe.