Kurd im, Kurdistan im, bi şeref û şan im
Mêrxas û egîd im, bi tac û eywan im
Xwedan ceyş û hez im, bi qewet û heş im
Bi çek û sîlah im, di hemiya cîhanê
Qehremanê Kurd im, canfida û merd im
Şûrkêş û rimbaz im, di mexrega meydanê
Meydan li min şa ye, cewlana şêra ye
Biheşt û jiyan e, di rewdê Kurdistanê
Kurdistana min şêrîn, bi al û xemla rengîn
Kesk û sor û zêrîn di mezra Botanê
Botan Xwoş cîhan e, baxçe gulîstan e
Mîrê’m Bedirxan e, di bajarê Westanê (Cizîr)
Westan xwoş bajar e, bi evîn û dildar e
Cih û meskenê yar e, yara min Kurdistan e
Hêzê Kurd hişyar bin, di emrê mîrê kal bin der jîn û fermanê
Mîrê min sultan e, şahê Kurdistan e
Bi edl û îhsan e, sertaca cîhanê
Cîhana min xêr e, tev maden û zêr e
Wek dûr û elmas e, medin bi erzanî
Cîhan bûka salê, suhbet xweş e li balê
Mehra wê giran e, bi fedaiya canî
Nîşe: Li gorî agahiyên me bi dest xistî ev sirûda bedirxaniyan ya fermî ye. Ev sirûd (marş) cara yekemîn li vir tê weşandin. Min li ser vê sirûdê lêkolîn kir. Lê min di derheqê vê sirûdê de tu agahî bi dest nexist.
Çavkanî: Dîwana Mela Xelîl (çapnebûyî)
Latînîzekirin: Mela Mihyedîn
ÇANDNAME